5,000 koçber li peravên Îspanyayê mirin

Îsal ji 5,000î zêdetir koçber li ser rêya Îspanyayê jîyana xwe ji desta dan.

Piranîya qurbanîyan di rotaya di navbera rojavayê Afrîkayê û Giravên Kanaryayê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rêxistina saziya koçberan Camînando Fronteras, îsal ji 5,000î zêdetir koçber li ser rêya Îspanyayê jîyana xwe ji desta dan.

Piranîya qurbanîyan di rotaya di navbera rojavayê Afrîkayê û Giravên Kanaryayê de jiyana xwe ji dest dane.

Ji bilî vê rotaya herî xetere, ji 200î zêdetir koçber jî di Derya Spî de jiyana xwe ji dest dane.

Qismek koçberên li Marok û Cezayîrê bi rêya Derya Spî dixwazin bigihîjin herêmên Andalucia û Giravên Balearê.

Tê ragihandin, bi taybetî hejmara koçberên ji Cezayîrê berê xwe didin Îspanyayê du qat zêde bûye.

Înformasyona sazîya îspanyol nîşan dide,  xetereya jîyanê ya koçberan ya îsal ji sala  2023an mezintir e.

Rotayên di navbera Sahraya Rojava, Marok û Giravên Kanaryayê de/Radio Las Palmas

 

Di 2023’an de 6,000 kes li ser rotayên rojavayê Afrîkayê û Derya Spî jiyana xwe dest dabûn.

Di nava rotayên penaberan de ya herî bi xetere, di navbera peravên Senegal, Moritanya û Giravên Kanaryayê de ye.

….……………………………………………………

Foto: Komeke koçberên gihîştine Îspanyayê/Caminando Fronteras 

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Xwîn herikî li Mistonê

Avreş JIYAN Berbanga sibehê bû. Bayeke havînê ji zozanên bakur veqetiyabû û derdor serûbin dikir. …