Dewletê bi hemû hêza xwe êrîşî sazî û dezgehên kurdan kir. Kolana Hunerê ji van êrîşan para xwe girt. Îmaj û nasnameya kurdî ya li Kolana Hunerê xera bû. Bi destê hinek çeteyan fihûş û tilyakîfiroşî lê dihat kirin. Me bi xebat û çalakîyên çandî û hûnerî ku li kafeyê dimeşandin, hewl da rê li ber wan kirinên xirab bigirin.
Ramazan Şîmşek karsazeke kurd e ku bi meseleya Pîne Kafeyê ket rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê. Ji ber sebeba li kafeya xwe ya li Amedê bi kurdî xizmetê dide Şîmşek hat girtin û bi sûcdarîya propagandaya rêxistinê hat darizandin. kelemçeya elektronîk li lingê wî hat girêdan û bi şertê ku ji mal dernekeve hat berdan. Suat Ozalp ji bo çîroka vekirina kafeyê û zextên dewletê yên li hemberê wê baştir nîşanî civakê bide, bi Şîmşek re hevpeyvînekê kir.
Tu gelek salan di nava xebatên siyasî û civakî de mayî. Her weha te di nava gelek sazîyan de jî cih girt. Çima Kovara Pîne ew qasî di hişê tede maye? Piştî girtîna wê ku 23 sal derbas bûn, ji ber çi sedemê tu niha dixwazî navê vê Kovara qerfî û wêjeyî careke din bi kurdan bidî naskirin û ji nû ve bidî jiyandin?
Wextê ez ciwan bûm, sala 1999an bû û ev kovar hebû. Min pir bi dilxweşî kovar dixwend. Bi çar çavan li bendê bûm ku hejmara wê ya nû derê. Bandorek mezin li ser ciwanan dikir. Ez bi xwe bi saya Kovara Pîneyê fêrî xwendina kurdî bûm. Her çiqas wê deme, weşanên kurdî kêmbûn û yên hebûn jî, ji ber ku zimanê wan giran bû, me bi rihetî nedixwend. Di warê xwendin û nivîsandinê de kurdiya me gelek qels bû û di nava gotinên me de gelek peyvên tirkî hebûn. Bi xêra vê kovarê kurdiya min pêş ket. Zimane wê yê nivisînê gelek hêsan bû. Zimanê wê zimanekî folklorik bû. Ji ber wê jî ciwanan gelek ji vê kovarê hez dikirin. Bi saya Pîneyê hezkirina zimanê kurdî di dilê me de çêbû. Hebûna Kovarê ji bona kurdan û kurdî gelek watedar bû. Ji ber ku kovareke qerfî bû û xwe zêde sansûr jî nedikir.
Bi ya te kovar bêhtir dewletê an jî kurdan rexne dikir?
Ji bilî dewleta Tirkiyê û rayedarên wê, sazî û dezgehên kurdan jî rexne dikir. Ev rewş ji bo kurdan tiştek nû bû. Ji ber vê helwesta kovarê, hem di nava ciwanên welatparêz û hem jî di sazîyên kurdan de, gelek bandoreke erênî çê dikir. Bi qasî ku rexneyên tund li dewletê dikir, ewqas jî sazî dezgeh û şexsiyetên kurdan jî rexne dikir. Tê bira min, piştî demekê li herema ku OHAL lê hebû, belevkirina kovarê hate qedexe kirin. Lê dîsa xebatkarên kovarê li hember van qedexeyan li Amedê kovarê belav dikirin. Ji ber vê hinek sazîyên kurdan nedixwestin kovarê bistinin û li sazîyê bidin sekinandin. Li ser helwesta van kesan û saziyan, Pineyê bi karîkaturên rexneyî û teşhiri bi helwesteke tund ji raya giştî ya kurdan re radigihand û piştgiriyek mezîn jî digirt.
Bi taybetî, kêmasiyê kurdan di warê ziman de bi tundî rexne dikir û ev dibû sebeb ku kurd hîn bêhtir li zimanê xwe xwedî derkevin. Pîne hişmendiyeke netewî ava kir. Min Pîne û xebata Pîneyê ya li dijî asimilasyonê herdem taqdîr dikir û di binheşa min de navê wê bi cih bibû. Loma jî min xwest navê vê kovarê û daxwazên wê bi kafeyekê be jî, bi kasî ku ji destê min bê bidim jiyandin. Wekî ku hûn dizanin, ev kovar bi qasî salekê weşana xwe domand. Ji ber ku li gelek bajarên kurdan dewletê rewşa awarte ragihandibû û bi vê hincetê belavkirina kovarê jî qedexe kiribû. Ji ber vê qedexeyê û zextên li ser kovara Pîneyê, berpirsên kovarê neçar man weşana xwe rawestînin. Tenê daxwaza min jî ew bû ku ez navê vê kovara kurdî bidim jiyandin û hemû xebatên li kafeyê bi kurdî bidim meşandin.
Bi vê rêyê min xwest li hemberî qedexeyên li ser zimanê kurdî li bajarekî kurdan hişmendiyeke neteweyî ava bikim. Min di sala 2018an de bi navê Pîneyê kafe vekir lê piştî vekirinê 2 meh şûn de ez hatim girtin. Kafe bê xwedî ma û deriyê wê hate kilîtkirin. Min hinekî li derdorê lêkolîn kir, dit ku li nava tirkan bi navê kovarên qerfî kafe vebûne. Min vêrewşê bi hinek hevalan re niqaş kir û em gihiştin vê encamê ku bi navê Kovara Pîneyê kafeyekê vekin. Piştî ku ez ji girtigehê derketim, bi piştgiriya hinek hevalan Pîne Kafeyê vekir. Ji ber ku sermayeya me tune bû, min gelek zehmetî kişand. Roj bi roj bi derfetên biçûk min kafe anî vê qonaxê. Pîne Kafe li Amedê êdî bû navendeke çand û hunere ya kurdî û hemû xizmetên xwe bi kurdî meşand.

Nifşên nû Kovara Pîneyê nas nakin. Ji bo kovara Pîneyê ji we çi pirsîn û we bersiveke çawa da wan?
Rast e, gelek ciwanên Amedê kovara Pîneyê nas nakin. Hinek jê dibêjin qey navekî îngilîzî ye. Me di dekorasyana xwe de karîkaturên ku di Pîneyê de hatine weşandin, bikar anî. Gelek kes meraq dikin û dipirsin. Heta ku ji dest me tê em behsa serpêhatiya kovara Pîneyê jî dikin. Herî zêde sedema girtina wê meraq dikin. Bi hebûna kovareke wisa jî kêfxweş dibin. Hinek kes jî li arşîva wê digerin û dixwazin di derbarê naveroka wê de jî bibin xwedî agahî. Piştî ku tên kafeyê hestên wan ê neteweyî xurtir dibe. Ji rûhiyeta kafeyê cudatir, hestên kurdewarî bi wan re çê dibe. Ev yek hîşmendiya çand û hûnera kurdî û civakbûyîneke xurt derdixîne holê. Ev civakbûyîn bi xwe re pivanên ehlaqî û wijdanî derdixîne holê.
Ez dixwazim di navberê de pirseke din jî bikim. Qasî ku min fêm kir, vê êrîşa herî dawî ku li we hate kirin, ne tenê ji ber daxuyaniya we bû ku we got “ji niha û pê ve em ê xizmeta xwe ya li Pîneyê bi kurdî bikin”. Ji vê cihêtir wekî din jî sedem hene gelo?
Gelê Amedê dizane ku Kolana Hunere bi destê şaredarîyên kurdan hatiye ava kirin. Kolana Hunerê li Amedê bûbû navendeke entellektuelîya kurdî. Paşê, bi taybetî piştî derbeya ku di 2016an a li Tirkiyeyê, rewşeke awarte çêbû. Dewletê bi hemû hêza xwe êrîşî sazî û dezgehên kurdan kir. Kolana Hunerê ji van êrîşan para xwe girt. Îmaj û nasnameya kurdî ya li Kolana Hunerê xera bû. Bi destê hinek çeteyan fihûş û tilyakîfiroşî lê dihat kirin. Me bi xebat û çalakîyên çandî û hûnerî ku li kafeyê dimeşandin, hewl da rê li ber wan kirinên xirab bigirin. Armanca van êrîşan ev bû ku Kolana Hunerê ji nasnameya wê ya çandî û kurdewarî dûr bixîne. Pişte vekirina Pîne Kafeyê rewş gav bi gav guherî. Her çi qaş ev ê rewşê kêfxweşîyek dide me û gelê Amedê jî, diyar bû ku dewlet ji van xebatên me nekêfxweş e û loma jî bi ser kafeyê de girtin. Ez hatim girtin û bi cezayê ji malê dernekevim re hatim cezakirin.
We xwest bi vê biryara xwe ya bi xizmeta zimanê kurdî çi peyamê bidin civakê?
Nifûsa me kurdan li Kurdistan û Tirkiyê ji 20 milyonî zêdetir e. Nifûsa bajarê Amedê ku tevî gund û navçeyên wê li dora 2 mîlyonan e. Mixabin, ji ber polîtîkayên dewletê yên qedexekar, zimanê kurdî roj bi roj ber bi windabûnê ve diçe. Zimanê me ne zimanê perwerdehiyê û bazirganiyê ye. Dema li kuçe û kolanên Amedê mirov digere, hîs nake ku ev bajar bajarekî kurdan e. Berê kurdan navê tirkî û erebî li zarokên xwe dikirin lê bi kurdî diaxivîn. Aniha, mixabin navê zarokên kurdan bi kurdî ne lê axaftina wan bi tirkî ye. Ji ber polîtikaya dewletê kêm kes bi kurdî diaxivin. Ev yek dibe sedema helandina zimanê kurdî. Loma jî me wekî Pîne Kafeyê biryar da ku xizmeta xwe bi zimanê xwe bikin.
Em tenê wekî kafeke biçûk, bi xebatên xwe, bi tena serê xwe nikarin li hemberî van politikayên dewletê bibin çare. Ji ber vê, me hêvî kir ku dengê me bigîhîje hemû kurdan û di warê parastina zimanê kurdî de hîşmendiyek bê avakirin . Ez bawerim ku pir hindik be jî em gihiştin vê armanca xwe. Di dema binçavkirina min de, min dît ku raya giştî ya kurdan û derdorên demokratîk piştgiriyeke çawa dane min û kafeya me. Me vê yekê dît û got ‘carna xebatên kesane jî di mijara binpêkirinên dijmirovî û hiquqî de rolek giring dilîze’.

Hûnê ji niha pê ve xebatên xweyê çandî û hunerî çawa bimeşînin?
Elbet karê ku me ji bo çand û hunera kurdî dikir, em ê ji niha û pê ve jî berdewam bikin. Em ê li hemberî hemû zor û zextan çi ji dest hat bikin. Dema me ev biryar da, me zanibû ku em ê rastî êrîşên bi vî rengî bên. Her çi qas aniha li Pîne Kafeyê xwedî derketinek hebe jî, ya rast di demên pêş de em nizanin ew ê çi bê pêşberî me. Rast e, ez anihadi malê de girtî me. Ew şert û mercên ku bi xwe li kafeyê xebatan bikim tune ne. Min qet nedixwest van xebatên me yên ji bo zimanê kurdî bibe sedema dadgehkirinê. Lazim e dewlet terka van polîtîkayên tund bike. Ku gel û civak van karan bi xwe bike, kar û berpirsîya dewletê jî kêmtir dibe. Lê mixabin, dema ku kurd bi zimanê kurdî xebatek dikin, tirs û xofek dikeve dilê rayedarên dewletê. Gerek dewlet xwe ji van polîtikayên pişaftina li ser kurdan vekişîne.
Xebatkarên Pîne Kafeyê çi ji destê wan bê, wekî berê dîsa wê kar û xizmeta xwe bimeşînin. Ez dixwazim bi rêya we ji careke din spasiyên xwe ji bo xebatkarên Pîne Kafeyê bişînim. Her wekî ku min berê jî gotibû, ji bo kesên ku di vê pêvajoyê de piştgirî dane min, careke din ji tevan re spas dikim.
—————————————–