Li Skotlandê hewldanên parastina galîkî

HEWLDANÊN JI BO VEJÎNA ZIMANÊ GALÎKÎ

Zimanê Galîkî ji dawiya sedsala 19. û vir ve di bin xetereya dijwar de ye. Galîkî êdî bi tenê ji aliyê ji % 1’ê civakê ve tê axaftin û civaka galîkîaxêv bi tenê li zozan û giravên dûrî bajarên Skotlandê dijîn.

Lê dildarên vî zimanê kevnar ku di dîrokê de zimanê Qraliyeta Skotlandê bû, ji bo vejîna wê di nava hewldanan de ne. Însîyatîfên ji bo ziman, bi giranî di qada perwerdeya zarokan de derdikevin holê. Armanc ev e ku bi riya perwerdeyê, zarokên skotlandî ziman fêr bibin û wê di jiyana xwe de bi kar bînin.

Însîyatîfek bi vî rengî li giravên li bakurê welêt ku wekî keleya dawî ya galîkî tê zanîn, derket holê. Rêvebiriya herêmî ya li bakurêrojavayê Skotlandê, biryar da ku di 2020-21’an de li dibistanên seretayî dest bi perwerdeya zimanê galîkî bike. Li gorî biryarê, zarokên pola yekemîn wê galîkî perwerde bibin lê eger malbat bixwazin, wê bikaribin zarokên xwe bi îngilîzî perwerde bikin. Rêvebiriya giravan ragihandin, ew dixwazin di dawiya dibistanên seretayî de zarok ligel îngilîzî bikaribin zimanê galîkî jî biaxivin.

Di nava 32 herêmên Skotlandê de ku ji wan re council tê gotin, bi tenê li giravên Western Islesê piraniya civakê dikare bi zimanê kevn ê Skotlandê biaxive. Daneyên serjimara 2011’an nîşan didin, ji % 52’ê welatiyên li vê herêmê dikarin bi galîkî biaxivin.

Fêrbûna galîkî bi riya Duolingoyê

Nûçeyeke din a xweş a ji bo vî zimanê bêşans ji xizmeta fêrbûna ziman a înternetê Duolingo hat. Duolingo, di 30’yê Mijdara sala par de galîkî jî xist nava lîsteya zimanên ku fêr dike.

Di navbera 11 hefteyan de 200,000 kes bi riya xizmeta Duolingo dest bi fêrbûna galîkî kirin. Ev eleqeya ji bo ziman, dilê parazvanên ziman xweş dike û ji bo gavên din wan teşwîq dike.

Li Skotlandê li derdora 60,000 kesî dikare galîkî biaxive û parazvanên ziman hêvî dikin, vê hejmarê heta sala 2021’an qederekê bilind bikin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …