‘Ziman û çand ne tenê pirsgirêka çend kesan e lê pirsgirêka hemû kurdan e’

Ji sekreteryaya Tora Ziman û Çandan Zana Farqînî û Cevahîr Sadak Duzgun diyar kir ku xebata wan li derveyî partî û rêxistinan e. Farqînî û Duzgun destnîşan kir ku divê her malbat di mala xwe û di jiyana rojane de bi zimanê xwe biaxive û hînî zarokên xwe bikin. Farqînî û Duzgun diyar kir ku ziman û çand ne pirsgirêka çend kesan, pirsgirêka neteweya kurd e

Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan ku li navçeya Sûr a Amedê pêk hat, piştî rûniştinên du rojan bi dawî bû. Di roja destpêkê ya komxebatê de 12 maseyên tematîk ku hatibûn avakirin, pêşniyarên xwe radestî desteya tevnê kirin. Pêşniyar di roja duyemîn a komxebatê de hatin xwendin. Piştre beşdaran li ser pêşniyarên xwe ji bo rêzikname, nexşerê û desteya rêveber kirin. Di encama nîqaş û pêşniyarên duh de desteya rêveber a ji 27 kesan hate hilbijartin. Têkildarî Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan, ji sekreteryaya wê zimanzan Zana Farqînî û Cevahîr Sadak Duzgun ji ANF’ê re axivin.

Zimanzan Zana Farqînî anî ziman ku armanca sereke diyarkirina nexşerê ye û wiha got: “Di civîna yekemîn de Tora Ziman û Çandan hate avakirin û sekreterya hate destnîşankirin. Di civîna yekemîn de biryar hate girtin ku komcivînek berfireh were lidarxistin. Armanc û mebest jî ziman û çand e, her wiha rabûna li asîmîlasyonê ye. Sazî û dezgehên kurdan kîjan bin ferq nake, ev xemeke hevpar e. Lazime em aliyên xwe yên siyasî deynin hêlekê û em rê li ber asîmîlasiyonê bigirin. Ji ber vê yekê me komcivînek li dar xist û di vê komcivînê de 12 maseyên tematîk ên weke Maseya Weşangeran, Maseya Nivîskaran, Maseya Çandê, Maseya Hunerê, Maseya Ziman û Perwerdeyê, Maseya Odeyên Pîşeyî, Maseya Saziyên Hiqûq û Mafan, Maseya Karsazan, Maseya Ragihandinê, Maseya Akademîsyen û Sosyo-Lengûîstîkê, Maseya Saziyên Jinan û Maseya Saziyên Zarokan hatin avakirin. Her maseyek li gorî başa xwe pirsgirêkên hene tespît kirin û piştre hatin li ba hevdu. Di vê çarçoveyê de em ê ji bo nexşerêyê xebatan bidin meşandin.”

Zana Farqînî

‘Fikir çi dibe bila bibe ziman û çand ên me hemûyan e’

Di berdewamê de jî Farqînî da zanîn ku Tora Ziman û Çandan xebateke sivîl e û wiha dom kir: “Ev xebat li derveyî partî û rêxistinên sivîl e. Fikir çi dibe bila bibe, ziman û çand ên me hemûyane, ziman me dike xwedî nasname û me tîne gel hev. Ji bo vê yekê divê em ni hevre bi awayeke sivîl bixebitin. Ev komxebat wê rê û rêbazên tevna xwe jî diyar bike. Ji niha û pê ve divê em gavên pratîk biavêjin. Der barê ziman, çand, perwerdehî, hînkirin, asîmîlasyon, hişmendî, geşepêdanên ziman û aliyên hiqûqî  em ê bixebitin. Em ê du aliyan binirxînin, yek kurd bi xwe dikarin çi bikin. Ya duyemîn kurd dikarin ji dewletê çi bixwazin û ji raya giştî ya cîhanê çi dixwazin. Divê çarçoveyê de em ê gavên berbiçav biavêjin. Niha ya herî girîng em kêmahiyên hene tespît bikin û piştre jî pratîzekirina wan e.”

‘Zimanê kurdî herî zêde li Bakur di bin xetereyê de ye’

Bi domdarî jî Farqînî destnîşan kir ku herî zêde li Bakur zimanê kurdî di bin xetereyê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li çar parçeyên Kurdistanê zimanê kurdî di bin xetereyê den ye. Lê belê li Bakur rewş cuda ye û xetereyeke mezin heye. Li hemû welatên ku Kurdistan desteser kirine çavên wan li Tirkiyeyê ne. Li Bakur dema polîtîkayên dewletê tên guhertin ev bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê dike. Ji ber vê yekê em xebatên niha li vir girîngtir dibînin. Her wiha ji her parçeyê zêdetir polîtîkayên pişaftinê li vir hatine meşandin. Berê Tirkiyeyê bi xwe qebûl nedikir ku asîmîlasyon înkar, red û pişaftin heye. Lê belê serokomarê niha bi xwe anî ziman ku wan dawî li asîmîlasyonê aniye. Lê mixabin ji her demê zêdetir ev polîtîka berdewam dike. Divê her neteweyek bi hebûna xwe were naskirin û hemû mafên hatine xespkirin û destgirin divê werin dayin. Her wiha divê tezmîna vê yekê jî bê dayîn. Divê kurd li hebûn û zimanê xwe xwedî derkevin. Bila tu kes ji bîr neke ku heta zimanek nebe zimanê perwerdehiyê em ê nekaribin zimanê xwe teslîmî zarokên xwe bikin. Ev ziman emanetê dayik û bavê me ye û ji bo em vî emanetî teslîmî zarokên xwe bikin divê em bixebitin. Ji bo vê yekê ya girîng perwerdehiya bi zimane ne hîn kirine.”

Cevahir Sadak

‘Ger zarok zimanê xwe nezanin ev sûcê malbatên wan e’

Farqînî bi bîr xist ku li Kurdistanê zarokên kurdan dest ji zimanê xwe berdidin û wiha derbirî: “Ev ne guneh an jî sûcê zarokan, ev sûcê malbatan e. Ji bo ku zarok li dibistanê tengaviyê nekîşine malbat dibêjin bila zarok destpêkê tirkî hîn bibin. Lê belê mejiyê zarokan weke miqletîsê ye û zarok dikarin 5 zimanan bi hevre hîn bibin. Divê her malbat di mala xwe û di jiyana rojane de bi zimanê xwe biaxive û hînî zarokên xwe bikin.”

‘Ziman û çand tenê pirsgirêka çend kesan nîne’

Ji sekreteryayê Cevahîr Sadak Duzgun jî anî ziman ku hîmên bingehîn ên xwenaskirin û xwebûnê ziman û çand e û wiha pê de çû: “Mehek û nîv berê weke 45 kesan ji bo komxebatê me bangaxwazî kir û ji bo nexşerê em kom bibin. Komcivîna me ya yekemîn bi tevlêbûna 300 kesî pêk hat. Ziman û çand ne pirsgirêka çend kesane û ev pirsgirêka neteweya kurd e. Hîma sereke ya neteweyekê ziman e. Dema zimanê gelekî ji dest biçe, nepêkane ku ew netewe bikare hebûna xwe bidomîne. Ev tor jî bi vê hişmendiyê hate avakirin. Niha li dijî çand û zimanê kurdî êrîşeke dijwar heye. Tovên vê êrîşê ji destpêka avakirina vê komarê re hatine çandin. Hemû hikûmetên vê dewletê weke karê destpêkê êrîşî neteweya kurd dikin.”

‘Hîmên bingehîn ên xwenaskirinê ziman û çand in’

Herî dawî jî Duzgun ev tişt destnîşan kir: “Li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî di bin xetereyê de ye. Li Tirkiye û Kurdistanê tevahiya ziman di bin xetereyê de ye. Ji vanan jî xetereya herî mezin li pêş zaravayê kurdî kirmanckî ye. Ev xebata me ne tenê li ser zaravayekê ye ev xebat li ser ziman û çanda kurdî ye. Her ku diçe zarokên kurd ji zimanê xwe dur dikevin. Divir de berpirsyariya mezin dikeve li ser milê malbatê. Hîmên bingehîn ên xwenaskirinê ziman û çand e. Divê her kes bi vê hişmendiyê be.”

Jêder: E-rojname.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed ji bo kurdî gaveke giring davêje

Amed ji bo parastina kurdî gaveke giring davêjê. Şaredarî baca esnafên ku tabelayên xwe bikin …