Antonio Negri dostê kurdan bû

Antonio Negri ku fîlozof û şoreşgerê li hemberê sîstema cîhanê bû, wefat kir.

Negri li Îtalyayê û hemû cîhanê wekî pêşengekî tevgera antî-kapîtalîst dihat naskirin.

Şoregerê Îtalî, di tevgerên mixalif ên di salên 1960 û 1970an de roleke aktîf lîst.

Antonio Negri ku fîlozof û şoreşgerê li hemberê sîstema cîhanê bû, wefat kir.

Negri roja şemiyê di temenê xwe yê 90an de çû ser dilovaniya xwe.

Negri li Îtalyayê û hemû cîhanê wekî pêşengekî tevgera antî-kapîtalîst dihat naskirin.

Têkoşêrê çepgir ji ber rola wî ya di Autonomia Obrierayê de, li Îtalyayê rastî zilma siyasî hatibû û neçar mabû li Fransayê bijî.

Antonio Negri di 1933’an de li bajarê Padua ya li Îtalyayê hat dinyê.

Şoregerê Îtalî, di tevgerên mixalif ên di salên 1960 û 1970an de roleke aktîf lîst.

Împaratorî berhema herî navdar a Negri ye. Ev pirtûk bi hevkariya Michael Hardt ve hat nivîsandin.

Rêxistina Autonomia Obriera ji aliyê wî ve di 1973’an de hat damerandin.

Berhemên Negri yên di vê demê de hatin nivîsandin, ji bo çepa li derveyî parlamentoyê bû referanseke teorîk.

Piştî belavbûna fikrên wî, Negri hat girtin û bi xebatên terorîzma çekdar ve hat sûcdarkirin.

Dadgeha Îtalyayê 12 sal cezayê girtîgehê li Negri birî.

Negri di 1983’an de ji Partiya Radîkal bû wekîlê parlamentoyê lê di heman salê de neçar ma derkeve derveyî welêt.

Piştî têkoşîneke hiqûqî, Negri di 2003’an de beraet kir.

Pirtûka Împaratorî

Antonio Negri herî zêde bi pirtûka xwe ya bi navê Empire (Împaratorî) hat naskirin.

Ev pirtûka bi hevkariya Michael Hardt ve hat nivîsandin, di 2004’an de bi îngilîzî hat weşandin.

Antonio Negri herî zêde bi pirtûka xwe ya bi navê Empire (Împaratorî) hat naskirin.

Ev pirtûka bi hevkariya Michael Hardt ve hat nivîsandin, di 2004’an de bi îngilîzî hat weşandin.

Negri û Hardt bi vê berhemê teorîzekirina guherîna sîstema cîhanê ya netewe-dewletê ber bi forma post-modern a empeyalîzmê ve kirin.

Lêkolîneran di pirtûkê de îdîa kirin, “Pêkhatina Împaratoriyê dawiya aloziya neteweyî ye û niha dijmin kî be bila bibe, ne dijminekî îdeolojîk û neteweyî ye. Dijmin divê niha wekî kesekî sûcdar bê pênasekirin ku gefeke ne li dijî sîstema polîtîk an neteweyekê ye lê li dijî hiqûqê ye.”

Pirtûka Ocalan xwendibû

Avakirina Jiyaneke Azad. Diyalogên bi Ocalan re. Di vê pirtûkê de gotareke Negri ya li ser Ocalan cî girt.

Antonio Negri dostê têkoşîna rizgariya ya gelê kurd bû û pirtûka Yezdanên bê Maske ya lîderê PKKê Abdulah Ocalan xwendibû.

Piştî xwendina vê pirtûkê, Negri gotarekê li ser Ocalan nivîsandibû.

Ev gotar, tevlî nivîsên çend teorîsyonên enternasyonalîst, di pirtûka Building Free Life. Dialogues with Öcalan” (Avakirina Jiyaneke Azad. Diyalogên bi Ocalan re) hatibû weşandin.

Antonio Negri di gotara xwe de lîderê kurd “Antonio Gramsciyê ji bo welatê xwe têdikoş e” pênase kiribû.

Infowelat

Foto: Antonio Negri /ANF 

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …