Tirkiye 120 hezar koçberan dersînor kir

Tirkiye 119,817 koçberên bo kaçaxî hatibûn welêt dersînor kir.

Kesên ji Tirkiyeyê hatin qewirandin bi 66,311 kesî herî zêde welatiyên Afganistanê ne.

Tirkiye di sala 2022’an de ji 100 hezarî zêdetir koçberan dersînor kir.

Ev agahî ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Koçberiyê ve hate ragihandin.

Saziya tirk ragihand, îsal 119,817 koçberên bo kaçaxî hatine Tirkiyeyê hatine dersînorkirin.

Ev rêje li gorî sala 2021’an 159  ji % zêdetir e.

Kesên ji Tirkiyeyê hatin qewirandin bi 66,311 kesî herî zêde welatiyên Afganistanê ne.

Ji daneyên dawî diyar dibe, rêjeya dersînorkirinê ya ji bo afganan li gorî par 236 ji % zêde bûye.

Bi koça îsal, hejmara penaberên bê kaxiz ên li Tirkiyeyê jî gihîşt 2.7 milyonî.

Ji bilî vê, li Tirkiyeyê 3.7 milyon penaberên ji Sûriyeyê û 400.000 penaberên ji Afganistan, Iraq û hin welatên din xwedî statuya parastina demî ne.

Sebeba polîtîkaya dersînorkirinê

Tê ragihandin, sebeba esasî ya zêdebûna rêjeya dersînorkirina koçberan bingeha xwe ji polîtîkaya navxweyî ya Tirkiyeyê digire.

Li Tirkiyeyê wê di 2023’an de hilbijartinên giştî bên lidarxistin û ji bo vê di meseleya penaberan de helwesteke tund nîşan dide.

Li gorî anketekê, ji 66 ji % nifûsa Tirkiyeyê dixwaze penaberên li welêt bên dersînorkirin.

Lewma jî rêvebiriya Erdogan ji bo careke din bê hilbijartin lezê dide dersînorkirina koçberan.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …