Almanya mafê penaberiyê da 100 hezar kesî

Fatoş Demirtaş

Li Almanyayê di navbera çile-cotmeh 2022’an de bi giştî 181.612 kes serî li mafê penaberiyê dane.

Rêjeya biryarên pozîtîf ên ji bo tevahiya serîlêdanan 55,8 ji sedî bûye.

Serîlêdanên nêzîkî 85 hezar kesî an ji ber sebebên cuda hatine redkirin.

Ofîsa Koçberî û Penaberan a Federal a Almanyayê (BAMF) îstatîstîkên penaberiyê ya ji bo cotmehê weşand.

Di meha cotmehê de 26.030 kes ji bo mafê penaberiyê serî li Almanyayê dane.

Agahiyên dawî nîşan didin, li gorî meha borî, di cotmehê de hejmara serîlêdanan 27,8 ji % zêde bûye.

23.918 serîlêdan di destpêkê de hatine kirin û pişt re jî 2112 kes serî li mafê penaberiyê dane.

BAMF di derbarê hejmara serîlêdanên ji serê salê û vir ve jî agahî weşand.

Saziya alman diyar kir, di navbera çile-cotmeh 2022’an de bi giştî 181.612 kes serî li mafê penaberiyê dane.

Welat bi welat hejmara serîlêdanên ji bo mafê penaberiyê ya Almanyayê. (çile-cotmeh 2012 / Jêder: BAMF)

Sala 2021’an di heman demê de ev hejmar 114.966 bû.

Lewma jî di salekê de rêjeya serîlêdanan 38,9 ji sedî zêdetir bûye.

Çiqas serîlêdan hatin qebûlkirin?

BAMF derbarê rêjeya biryarên serîlêdanan de jî îstatîstîkan weşand.

Rêjeya biryarên pozîtîf ên ji bo tevahiya serîlêdanan 55,8 ji sedî bûye.

Ev jî tê vê wateyê Almanya mafê paneberiyê daye zêdetirî 100 hezar kesî.

Serîlêdanên 41.705 kesan hatine redkirin û dosyeyên 42.584 kesan jî ji ber prosedûrên Peymana Dublinê nehatine qebûlkirin.

Di tebax, îlon û cotmehê de welat bi welat hejmara serîlêdanên ji bo mafê penaberiya Almanyayê. (Jêder: BAMF)

Serîlêdanên ji Tirkiyeyê 

Afganistan bi 30.926 kesî welatê duyemîn e û li dûv vî welatî, Tirkiye welatê sêyemîn e.

Îsal nêzîkî 16 hezar welatiyên Tirkiyeyê li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dane.

Li gorî îstatîstîkên Ofîsa Koçberî û Penaberan a Federal a Almanyayê,  51.563 welatiyên ji Sûriyeyê îsal serî li mafê penaberiyê dane.

Ev jî Sûriyeyê di warê hejmara serîlêdanan de dike welatê yekemîn.

Afganistan bi 30.926 kesî welatê duyemîn e û li dûv vî welatî, Tirkiye welatê sêyemîn e.

Îsal nêzîkî 16 hezar welatiyên Tirkiyeyê li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dane.

Iraq bi 13.750 kesan welatê çaremîn e û li dûv wê jî Gurcistan û Îran di lîsteyê de cî digirin.

Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …