Çîn dîsa Amerîkayê hişyar kir

Çîna ku ji serdana Pelosî ya Taywanê û vir ve ketiye nava alarmê, careke din Amerîka hişyar kir.

Di hedefa Çînê de vê carê muzakereyên aboriyê yên Amerîka û Taywanê hebûn.

Wezareta Karên Derve ya Çînê ji Amerîkayê re got; bela xwe ji Taywanê veke û di vê mijarê de şaşiyeke din neke.

Berdevkê wezaretê Wang Wenbin di daxuyaniyê de van gotinan kir:

“Em ji Amerîkayê daxwaz dikin, sekna xwe ya ji bo Çîna yekgirtî û 3 deklerasyonên hevpar ên Çîn-Amerîkayê ya di vê mijarê de bidomîne.”

Serdana senatorên amerîkî

Çend roj berê heyeteke senatorên Amerîkayê çûbûn serdana Taywanê û bi rêvebiriya vî welatî re hevdîtên veşartî kiribûn.

Wang Wenbin. Berdevkê Wezreta Karên Derve yê Çînê

Paşê di 17’yê Tebaxê de hatibû ragihandin, wê Amerîka bi Taywanê re dest bi muzakerekeyên ji bo bazirganiyê bike.

Di dawiya prosesa hevdîtinan de tê plankirin, peymaneke bazirganiyê ya Amerîka û Taywanê were morkirin.

Taywan dîsa hawar kir

Li aliyekî din Taywana di bin dorpêça leşkerî ya Çînê de, derbarê rewşa xwe ya ewlekariyê de daxuyaniyek da.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya vî welatî Joanne Ou (Coan Ow) got operasyonên leşkerî yên Çînê bi awayekî cidî aramiya li herêmê xera dike.

Joanna Ou. Berdevka Wezareta Karên yê Taywanê

Balafirên Çînê sînorên deryayî yên di navbera her du welatan de îhlal dikin û ew jî ewlekariya Taywanê dixe nava xetereyê.

Aloziya Taywanê bi serdana berdevka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi re gur bûbû.

Pelosi digel hemû hişyariyên Çînê çûbû serdana Taywanê û piştî vê jî Çînê li çaraliyê giravê dest bi tetbîqatên berfireh kiribûn.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Vietnam di 1954an de bû welatekî serbixwe

Di 7ê gulana 1954an de şervanên vietnamî artêşa fransî têk birin. Serkeftina leşkerî derî li …