Berdêla biratiya gelan giran bû

 

Ciwanên şoreşger ên endamên SGDF’ê (Federasyona Komeleyên Ciwan ên Sosyalîst) ku li Sirûcê (Pirsûs) rastî êrîşa DAIŞ’ê hatin û di encam de ji 30’yî zêdetir kes mirin, ji bo destekdayina avakirina bajêr diçûn Kobanê.

SGDF kampa xwe ya havînê ku her sal li dar dixist, îsal ji bo piştgiriyê vegerand kampanyaya “Em bi hev re Kobanê ava bikin.” Bi vê mebestê, ciwanên şoreşger serdana Kobanê ya di navbera 19-24’ê Tîrmehê de organîze kirin. Di nava koma wê biçûna Kobanê de doktor, mamoste, hemşîre, xwendekarên tibê û yên beşên din ên lîse û zanîngehê jî cî digirtin. Hin projeyên SGDF’ê yên ji bo Kobanê ev bûn:

10991083_514885838650690_699002946962954708_n

  •  Avakirina kreşekê û parkeke zarokan di nava baxçeyê vê kreşê de. Navê endamê SGDF’ê Emre Aslan ku di parastina Kobanê de hatibû kuştin wê li vê parkê bihatana kirin.
  •  Li Girê Kaniya Kurdan danîna hezar daran û bi vî awayî avakirina daristana şehîdan. Navê her şervanekî li Kobanê hatibûn kuştin wê li her darekî bihatana kirin. Navê endamekî din ê SGDF’ê Sinan Sagır ku di berxwedana Kobanê de hatibû kuştin wê li vê daristanê bihatana kirin.

 

Di dema mayîna ciwanan a li Kobanê de wê endamên BEKSAV’ê jî bernameyên bi kurdî yên wekî fîlm, şano û konseran lidarxistana. Ciwanên SGDF’ê ji bo bibin Kobanê bi xwe re gelek şitil, materyalên tibî, kinc û pêlîstok jî bi xwe re anîbûn.

SGDF ji komeleyên ciwanan ên li bajarê curbecur ên li Tirkiyeyê pêk tê û endamên wê ciwanên şoreşger ên lîse û zanîngehê ne. Rêxistin, baskê ciwanan ên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) e. SGDF atolyeyên perwerdeyê, nîqaşên li ser meseleyên Tirkiyeyê, kampên havînê û bernameyên çand-huner û yên sportîf li dar dixe.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …