Li Amerîkayê têkoşîna ji bo Kongreyê

Komarger di Meclîsa Nûneran de bi 199 kursiyan bûn hêza yekemîn.

Demokrat di vê meclîsê de heta niha 172 kursî bi dest xistin.

Arîtmetîka kursiyên Senatoyê jî heta niha wekî 48-48 pêk hat.

Hilbijartinên ji bo Kongreya Amerîkayê ku wekî midterm tên binavkirin, bi dawî bû.

Di hilbijartina ji bo 435 endamên Meclîsa Nûneran û 35 endamên Senatoyê deng hatin bi kar anîn.

Bi qasî 40 milyon kes çûn ser sindoqan.

Li gorî encamên ewilî, Demokrat li Senatoyê bi kursiyekê zêde ketin pêşiya Komargeran.

Lê paşê dengên Partiya Komarger bilind bû û arîtmetîka kursiyên Senatoyê ji bo her aliyan bû 48-48.

Li eyaletên Colorado,  Connecticut û New Hampshire komarger biserketin.

Ev hersê eyalet ji bo serweriya Senato xwedî girîngiyeke mezin in.

Yek ji eyaletên girîng ên vê hilbijartinê jî Pennsylvania bû.

Li vir namzetê Komargeran ên bi asilê xwe Tirk Mehmet Oz li hemberî namzetê demokratan têk çû.

Rewşa dawî ya hilbijartinên Kongreya Amerîkayê. Jêder: CNN

Çima Senato girîng e?

Vê gavê di senatoyê de 50 senatorên Komarparêz û 50 senatorên Demokrat hene.

Kîjan alî 51 senatoran bi dest bixe, piraniya senatoyê dikeve destê wî aliyî.

Ji bilî proseya qebûlkirina butçeyê, ji bo hemû pêşniyazqanûnan pêdivî bi dengên 60 senatoran heye.

Herwiha erka Senatoyê heye biryara şer bide û li dijî serok lêpirsînê bide destpêkirin.

Hilbijartina Meclîsa Nûneran

Wekî beriya hilbijartinê dihat texmînkirin, Komarger di Meclîsa Nûneran de bûn hêza yekemîn.

Komarger bûn xwediyê 199, Demokrat jî bûn xwediyê 178 kursiyan.

Ji bo aliyekî di vê meclîsê de piraniyê pêk bîne divê 218 kursiyan bi dest bixe.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bajarê Tolosayê êdî bi baskî diaxive

Niha % 53yê zimanê li kolanên Tolosayê tê axaftin baskî ye. Tolosa bajarekî li parêzgeha …