Du lîderên otorîter ku welatê wan xwedî çekên atomê ne li Pyongyangê hevdîtinê li dar dixin.
Putin ji ber desteka Koreya Bakur a di Şerê Ukraynayê de, têkiliyên xwe bi vî welatî re derdixe asteke bilind.
Vladimir Putin ji bo hevdîtina bi Kim Jong-un re çû serdana Koreya Bakur.
Ev serdan, di 24 salan de serdana duyemîn a serokê Rûsyayê Putin e.
Her du welatên di qada navneteweyî de tecrîd bûne û rastî ambargoyên giran tên, dixwazin alîkarîya hev bikin.
Qada leşkerî û aborî du qadên sereke ne ku bingeha vê hevkarîyê pêk tînin.
Putin ji ber desteka Koreya Bakur a di Şerê Ukraynayê de, têkiliyên xwe bi vî welatî re derdixe asteke bilind.
Desteka Koreyê ya ji bo Rûsyayê
Koreya Bakur bi milyonan cebilxaneya ji bo topên dema Sovyetê ji Rûsyayê re dişîne.
Amerîkayê radigihîne, heta niha 7,000 konteyner cebilxane gihîştîye Rûsyayê.
Pyongyang di heman demê de fuzeyên balîstîk û alavên elektronîk ên şer dide Rûsyayê.
Li alîyekî din, Rûsya dixwaze ji Koreya Bakur karkeran transferî welatê xwe bike.
Niha her du alî ji bo ji 20,000î heta 50,000î karker li Rûsyayê dest bi xebatê bikin, danûstendinan dikin.
Rûsya dixwaze van karkeran ji bo jinûveavakirina herêmên wêranbûyî yên li Ukraynayê bi kar bîne.
Rûsya çi dide Koreya Bakur?
Di berdêla vê de Rûsya ji bo bernameya satelliteê alîkarîyê dide vî welatî.
Herwiha, Moskow alîkarîya aborîyê dide Koreya Bakur û hin çekên li vî welatî tune ne jê re dişîne.
Hevkarîyeka Moskowê ya ji bo rejîma Kim Jong-un di asta dîplomatîk de pêk tê.
Moskow bi rêya pozîsyona xwe ya di Konseya Ewlkarîyê ya Neteweyên Yekbûyî de dixwaze ambargoyên li dijî Koreya Bakur sivik bike.
———————————————-
Foto: Vladimir Putin û Kim Jong-un/X.com
Infowelat