Êrişa li dijî Rojava di rojeva cîhanê de ye

Amerîka û Rûsya ku her du jî li Suriyeyê xwedî gotin in, dawî li bêdengiya xwe ya di vê mijarê de anîn.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de got, ew “ji ber mirina sivîlan li Sûriyeyê û Tirkiyeyê xemgîn in.”

Nûnerê Taybet ê Rûsyayê yê ji bo Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev ragihand, êrişa Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê bêyî agahdarkirina Rûsyayê pêk hatiye.

Seroka Parlemenê Roberta Metsola di axaftina destpêkê ya rûniştina parlemenê de ji Tirkiyeyê daxwaz kir rêzê ji hiqûqa navneteweyî re bigire.

Êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Rojava gav bi gav li cîhanê dibe sebeba reaksiyonan.

Amerîka û Rûsya ku her du jî li Suriyeyê xwedî gotin in, dawî li bêdengiya xwe ya di vê mijarê de anîn.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de got, ew “ji ber mirina sivîlan li Sûriyeyê û Tirkiyeyê xemgîn in.”

Wezaretê ji bo bidawîbûna êrişa dawî vê bangê kir:

“Em ji bo parastina jiyana sivîlan û piştgiriya armanca hevpar a ji bo têkbirina DAIŞê, banga kêmkirina aloziyê dikin.”

Pentagon reaksiyon nîşanî êrişa li dijî Rojava da.

Herwiha Washington di heman daxuyaniyê de êrişa Îranê ya li dijî Başûrê Kurdistanê jî şermezar kir.

Wezareta Derve ya Amerîka got: “Em berdewamî li dijî her kiryareke leşkerî ne ku serweriya Iraqê binpê dike.”

Daxuyaniya Pentagonê

Washington di heman rojê de daxuyaniyek din a derbarê êrişa li dijî Rojava û Başûr weşand.

Berdevkê Wezareta Parastinê Pentagonê Philip Ventura got “Em bi berdewamî li dijî her çalakiyeke leşkerî li Sûriyê û Iraqê ne ku aramiya herêmê xera dike.”

Rûsya: Haya me ji operasyonê tune bû

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ê bo karûbarên Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev ragihand, êrişa Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê bêyî agahdarkirina Rûsyayê pêk hatiye.

Aleksandr Lavrentyev da zanîn, Rûsya daxwazê ji Tirkiyê dike ku bêyî bikaranîna hêza leşkerî, bi diyalogê li çareseriyê bigere.

Alexander_Lavrentyev. Nûnerê Taybet ê Rûsyayê yê ji bo Sûriyeyê got, haya wan ji êrişa Tirkiyeyê tunebû ye.

Banga Parlemena Ewrûpayê

Êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Rpjavayê Kurdistanê duh li Parlemena Ewrûpayê jî hate rojevê.

Seroka Parlemenê Roberta Metsola di axaftina destpêkê ya rûniştina parlemenê de ji Tirkiyeyê daxwaz kir rêzê ji hiqûqa navneteweyî re bigire.

Metsola wiha axivî:

Piştî êrişa bombeyî ya li Stenbolê, êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li bakurê Sûriyeyê û Iraqê dibe sebeba irina gelek kesan.

Ez bang li hukumeta tirk dikim xwe kontrol bike û rêzê ji hiqûq û standardên navneteweyî re bigire.

Komên Sosyalîst, Kesk û Demokrat ên li Parlemena Ewrûpayê jî helwest nîşanî Tirkiyeyê dan û ji seroka parlemenê Metsola daxwaz kirin êrişa li dijî Rojava û herêma federal a Kurdistanê şermezar bike.

Nûnerê Tifaqa Sor-Kesk a Nikolaj Villumsen di parvekirina xwe ya medyaya sosyal de serokomarê tirk Erdogan  bi hevkariya Putin tometbar kir û ji bo bidawîkirina êrişa li dijî Rojava banga lezgîn kir.

Roberta Metsola. Seroka Parlemena Ewrûpayê ji Tirkiyeyê daxwaz kir rêzê ji hiqûqa navneteweyî re bigire.

Nûnertiya NY ya Iraqê daxuyanî da

Nûnertiya Netewên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) jî derbarê êrişên Tirkiye û Îranê yên li dijî du herêmên cuda yên Kurdistanê daxuyanî da.

UNAMI êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê  bi van gotinan şermezar kir:

“Divê êrişên ku serweriya Iraqê binpê dikin, werin rawestandin. Ev destdirêjiyane aloziyê zêde dike û bi xwe re karesatê jî tîne.”

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …