Koreya Bakur dîsa testa fuzeyan kir

Koreya Bakur du fuzeyên balîstîk ên menzîlkurt ceribandin

Yek ji fuzeyan 350 km, yê din jî piştî 800 km firiya û paşê ketin nava Deryaya Japon

Koreya Bakur piştî du rojan du fuzeyên din êm balîstîk ceribandin.

Ceribandina dawî, ji aliyê artêşa Koreya Başûr ve hate ragihandin.

Berdevkê artêşê Kim Jun-ra di daxuyaniyekê de got, “pêncşemê danê sibehê, Koreya Bakur 2 fuzeyên menzîlkurt test kirin e.”

Li gorî Jun-ra, yek ji fuzeyan 350 km, yê din jî piştî 800 km firiyan, ketin nava Deryaya Japon.

Hukumeta Japon jî bi daxuyaniyekê reaksiyon nîşanî ceribandina fuzeyan da.

Hukumeta Pyongyangê got, Amerîka keştiyeke balafiran şandiye Koreya Başûr û lewma jî wan biryara testa dawî ya fuzeyan dane.

Testa fuzeyan a Koreya Bakur. Her du fuze nêzîkî sînorên herêma aboriyê ya Japonyayê ketin nava deryayê.

Cîgirê serokwezîrê Japonyayê Seiji Kihara di daxuyaniyê de got, “Koreya Bakur bi van ceribandinan biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî binpê dike û lewma jî divê destûra domandina van kiryaran neyê dayîn.”

Hukumeta Koreya Bakur jî bi daxuyaniyekê ceribandina her du fuzeyan qebûl kir.

Rêvebiriya Pyongyangê got, Amerîka keştiyeke balafiran şandiye Koreya Başûr û lewma jî wan biryara testa dawî ya fuzeyan dane.

Testa fuzeya menzîldirêj

Koreya Bakur pêr jî ceribandina fuzeyeke balîstîk a menzîldirêj kiribû.

Fuzeya balîstîk ji ser esmanê Japonyayê derbas bûbû û piştî 4600 kîlomêtroyî ketibû nava Okyanûsa Pasîfîkê.

Ji ber testa fuzeyê Japonya ketibû nava alarmê û serokwezîr Fumio Kishida bi daxuyaniyeke lezgîn Koreya Bakur bi tundî protesto kiribû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …