Avreş JIYAN
“Şa be birayê min û serbilind be. Serê xwe ti carî netewîne, bi ser neheqiyan ve biçe. Ji derdê kurdan re bibe bersiv û netirse. Bi hêz be û her tim xwe jinûve biafirîne. Ji bo zarokên me yên ku hîn nihatine dinê bixebite. Rastiya me bigihîne wan, da ku me ji bîr nekin.”
Di rêyên teng û kevnar de ber bi qadên bilindahiyên bakurê Amedê ve hêdî hêdî diherikim. Rojeke tîrmehê bi ser min de daketiye, bi germeke tûj min bê hêş dixe. Her ku diçim, dar û devî, newal û baniyên bilindahiyên Cûmatê di nava toz û gemareke havînê de xuya dibin. Li qeraxa gund kûçik diewitin. Ew jî bêyî ku bizanibin çi dikin, di bin vê tava tûj de bê sedem li wir, li vir baz didin. Li pişt gund newal û tehtên çiyayên Îlonê ber bi çavê min dikevin. Dengê çemeke di kûrahiya gelî de belav dibe. Ev, çemê Sarûmê ye. Bala xwe didimê. Li seranserê gelî dar û deviyên erdnîgariyeke kevnar, kulîlk û qamişên ziwa, kefz û rosin di bin bayeke çiyayî de mane, dilerizin û deng vedidin.
Li ser şopa birayê xwe ber bi çiyayên Îlonê ve hêdî hêdî dimeşim. Nişkave bêhneke ecêb min jixwe dibe. Ev bêhn, bêhna cil û bergên birayê min e kete pozê min; ku dema nîvmirî, nexweş ew ji çiyê anîbûn bajêr. Ew bêhn e û tesîreke bêtarîf li min dike. Bêhna xwedanê… Bêhneke tirş û çiyayî… Bêhna kulîlk û daran, newal û baniyan, bêhna giya û xweliya sor… Bêhna betilandineke dijwar û bêhna mirineke tevlî bêhna erdnîgariyeke kevnar… Bi dîmenên efsûnî ev bêhn, min jixwe dibe. Çirûskek di çavê min de dibiriqe. Çirûskek, tevlî sûretê birayê min. Êşek li ser dilê min rûdinê, çi bikim ranabe û naçe. Bêyî ku bêhn vedim dimeşim. Xeyalên demên zaroktiyê di hişê min de hesteke bê tarîf û kevnar belavî seranserî laşê min dike û bi sêhreke ecêb, min bi van dîmenan re dike yek. Her ku diçim, çiya bilind dibin. Her ku çiya bilind dibin, şopên şerekî nepen hawirdor tije dikin. Demek tê, ji zinarên li ser Çemê Sarûmê bilind dibin, dengên xerîb dibihîzim. Dengên mirovên bi telaş… Bangî hevidû dikin. Dengê qêrîna wan belavî seranserî gelî dibe. Piştre, dengek naskirî di guhê min de deng vedide. Navê xwe dibihîzim.
“Welat, Welaat, Welaaat…”
Li wî aliyê çem dinêrim. Dengê birayê min Murat li pişt zinareke mezin bilind dibe.
“Derkeve ji wir, derkeve, derkeveee…”
Ji nişkave xwe diavêjim paş tehtekê û xwe vedişêrim. Leşker bi obus û topên giran li çiyayê Îlonê didin. Balafirên şer her der gulebaran dikin û bi dehan balafir bê sekin hawirdor bombebaran dikin.
Hemû zarok in, ciwan in. Di şêrîntirîn kêliyên xortaniya xwe de di şerên mezinan de cîh girtine û dileyîzin. Li cihê ku min xwe veşartiye, hestên ecêb min dadigirin. Li hember min Çiyayên Îlonê di nav toz û gemara havînek tûj de maye, dilerize. Gotinên gundiyên Cumatê di guhên min de…
” Wexta Şerê Hezîranê dest pê kir, ji sibê heya êvarê ji Çiyayên Îlonê dengê topên giran û bombardimanan digihîşt me.”
Ji nişkave ji xewn û xeyalan rizgar dibim û berê xwe didim girên asê, zinar û latên Çiyayên Îlonê. Her heşt heval, li ser girê ku girtine û diparêzin, li ber çavên min diherikin. Fermandarê wan Avreş her tim bangî wan dike yek bi yek û telkînan dide wan ji bo hişyar bin. Bi çekan li dijmin didin. Dijmin jî bi obus û topên giran li girên ku ew lê ne didin û hawirdor wêran dikin. Heya êvarê şer dikin û heşt heval girê xwe diparêzin. Wexta roj diçe ava, ji nişkave topeke giran dikeve nava wan. Dengek mezin di gelî de belav dibe. Laşên wan ê ku jihev ketiye tevî zinaran difire hewayê û her yek li cihekê dikevin, bê nefes dimînin. Piştî bûyerê, bêdengiyeke tirsnak dadikeve ser gelî.
Di bin dareke qaj de runiştime, xeyal dikim û difikirim. Gelek pirs di mejiyê min de diçin û tên. Gelo çend kes di ciwantiya xwe de ji jiyanê qut bûn û çûn? Çend gund şewitîn û hatin valakirin? Çend gundî van çiya û baniyên ku ji wan re bûbûn hêlîneke bi coş terk kirin, da ku biçin bajarên di bin betonên sar de rêya xwe şaş kirine? Çend kes ji bîranîn û xeyalên zaroktiyê hatin dûrxistin?
Li gelîyê lê me, bêdengiyeke xerîb… Herkes li ku ye gelo? Çima ev çiya û erdnîgariya dewlemend wisa bi tenê hatine hiştin? Weke xewnekê, hatin û çûn… Çil pêncî sal berê van bilindahiyên pîroz bi comerdî mirov û ajal di xwe de dihewandin. Jiyan, bi ahengeke rengîn û şahiyeke efsûnî li ser vê xwezayê diherikî. Piştre şerekî dijwar dest pê kir û hawirdor bi temamî wêran kir. Li van çiyayan pevçûnên giran qewimîn. Ev erdnîgariya bihuşt di bin bombeyan de hilweşiya. Daristan şewitîn û bûn xwelî. Erdên bi bereket, di bin derbên giran de êş kişandin. Paşê çi bû? Bêdengiyeke mezin… Piştî 35 salan jiyana li vê erdnîgariyê xwe nû kir û vegeriya rewşa xwe ya berê. Mîna ku tiştek nebûbe… Mîna ku li vir ev serpêhatî neqewimî be…
24 sal berê, ev lat û zinar hêlîna gerîla bûn. Di bin her zinarekê de kozikek û di bin her tehtekê de hêlînek ji xwe re ava kiribûn. Lê niha, li vê xaka ku êdî ji gerîla xalî bûye, şopên serdestiya artêşa Tirk xwe li ruyê mirov didin. Ser her gavekê, kontroleke leşkerî… Mîna ku ti tiştek nebûye, her tişt veguheriye demên beriya şer.
Ez nikarim dev ji pirsan berdim. Çima hemû nirx, serpêhatî û bîranîn hatin tinekirin? Çima ewqas ciwan û zarok hê di destpêka jiyana xwe de ber bi mirinê ve hatin şandin? Gelo belasebep bû? Ger her tişt wê vegeriya demên xwe yên berê, mîna ku tiştek neqewimiye, naxwe çima ewqas êş û elem, ewqas kul û keder hatin kişandin?
Birayê min, li ser girê ku lê ketiye, silavan ji min re dişîne. Dengê wî di gelî de deng vedide, li bîranînên min û xwe dipirse. Di dilê min de tenêtî û xemgîniyek mezin… Ji min re dibêje:
“Zêde nefikire û pirsan neke.”
” Bijî, xweş bijî û kêfxweş be.”
“Çarenûsa me bi vî rengî bû. Ne hewce ye li ser vê erdnîgariyê li wateyekê bigerî. Ev tişt pêk hat û qediya. Kesek hat, şerekî da destpêkirin, paşê jî bi dawî kir. Vê yekê bidin ber listikên ku me di zaroktiya xwe de dilîst. Carinan were li ser gora min raweste û romanên ku te li ser me nivîsandine ji me re bixwîne, bes e.”
“Şa be birayê min û serbilind be. Serê xwe ti carî netewîne, bi ser neheqiyan ve biçe. Ji derdê kurdan re bibe bersiv û netirse. Bi hêz be û her tim xwe jinûve biafirîne. Ji bo zarokên me yên ku hîn nihatine dinê bixebite. Rastiya me bigihîne wan, da ku me ji bîr nekin.”
Fotoyê sereke: Murat Ayaz (Avreş)/Arşîva malbatê
—————————————–
Kî ye Murat Ayaz?
Murat Ayaz di sala 1972’an de li Amedê hat dinyê. Li Amedê dibistana seretayî û navîn qedand. Ji ber sebebên aborîyê terka lîseyê kir û li rojavayêyê Tirkiye û Kurdîstanê xebitî. Di 17 salîya xwe de li Amedê tevlî xebata ERNKê bû. Piştî demekê, tevlî çend kesan hat binçavkirin û sê hefteyan rastî êşkenceyan hatin. Murat Ayaz di bihara 1991an de tevlî ARGKê bû û koda Seyitxan Agir wergirt. Ji ber zivistana pir sar û derfetên kêm ên gerîla bi nexweşîya zaturreyê ket. Ji lew re neçar ma li Amedê tedawîyeke demdirêj bibe. Murat di havîna 1992’an de hat ser xwe û careke din berê xwe da çiyê. Ev çûyîn wê bibûya çûyîna wî ya dawî. Di tevlîbûna dawî de navê Avreş li xwe kir. Serkeftinên wî yên nava şer, ew kir serleşkerê tîmekê. Murat di 4ê hezîrana 1993an di şerekî dijwar a li Çiyayê Îlonê tevlî 7 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da.