Konferansa Şengalê ya li Parlamentoya Ewropayê

 

 

Konferansa bi navê ‘rêvebiriya xweserî ya demî ya Şengalê ya li dijî DAÎŞ’ê’ li Parlamentoya Ewropayê (PA) hat lidarxistin.  Serokê rêvebiriya demî ya Şengalê Saîd Hesen, endamên rêvêbiriyê û nûnerên YBŞ’ê Nûrî Mîrza û Xalit Salih Faris, nûnerê Hêzên Nînovayê yên Asûrî yên Iraqê  Şarbil Hanna Matty, serokê Yekitiya Welatparêz a Bethnahrîn Yosif Yakûp Matti û nûnerên civaka tirkmen Hasan Tawfiq Aydınlı û Niyazi Mimar Oglû beşdarê konferansê bûn.

Mîrza di axaftina xwe de di derbarê sivîlên hatine kuştin ên di destên DAÎŞ’ê de hin agahî dan û li ser pêdiviyên leşkerî yên hêzên êzidî sekinî. Mîrza soza Yekitiya Ewropayê (YE) ya ji bo destekirina Şengalê bi bîr anî û got ku ji bo hêzên wan hebûna çekên giran û cebilxaneya leşkerî pir girîng e. Nûnerên asûrî û tirken jî di axaftinên xwe de li ser qirkirinên di dema Sedam û di vê de me sekinîn.

Serokê rêvebiriya demî ya Şengalê Saîd Hesen diyar kir ku eger şervanên PKK’ê gelê Şengalê neparastana wê êzîdî bi tevahî bihatan qirkirin û Şengal ji xerîteyê bihatana paqijkirin. Hesen kesên ku soza alîkariya êzîdiyan dane lê vê pêk neanîne rexne kir û bang li YE, Neteweyên Yekbûyî û li cîhanê kir ku destekê bibin êzîdiyan.

Cîgirê Koma Sosyalîst a PA’yê Ana Gomes, serokê Demokratên Ewropayê Balder, hin parlamenterên PA’yê, nûnerê HDP’ê yê Komîsyona Ewropayê Faîq Yagızay, nûnerê êzîdiyan ê Ewropayê Fîkret Îgret û nûnerên din ên komeleyên êzîdî yên li Ewropayê jî beşdarê konferansê bûn.

Çavkanî: ANF

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …