PENa Kurd dê bi serenavê “Ji bo bicîkirina bendên manîfestoya Gîronayê” li Amedê konferanseke du rojan li dar xist.
Konferansa di navbera 10-11ê gulanê de hat lidarxistin, piştevanîyê ki PENa Navneteweyî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê girt.
PENa Kurd dê bi serenavê “Ji bo bicîkirina bendên manîfestoya Gîronayê” li Amedê konferanseke du rojan li dar xist.
Konferansa di navbera 10-11ê gulanê de hat lidarxistin, piştevanîyê ki PENa Navneteweyî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê girt.
Konferans bi rasthatina 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî wekî parçeyeke çalakîyên ji bo kurdî pêk hat.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, zimanzan, nivîskar, rêverberên DEM Partiyê, DBPê, nûnerên rêxistinên sivîl beşdar bûn.
Bername bi axaftina Hevserokê Navenda PENa Kurd Omer Fîdan dest pê kir.

Fîdan wiha axivî:
“Îro mêvanên me ji gelek cihên cuda hatine vir. Tevahî Kurd li vir in. Ev der nexşa Kurdan û Kurdistanê ye. Em hatine qonaxekî gelek girîng, gavên em îro diavêjin gelek girîng in. 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ji bo me pîroz e û divê em piştgiriya vê rojê bikin. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li ser Kurdan û pêkhateyan qirkirin heye. Divê em dengê Kurdistanê li her derî berz bikin, ji bo şer bê rawestandin. Divê nivîskar û rewşênbîr jî di nav xebatan de bin.”
Di danişîna yekemîn de Serokê PENa Navneteweyî Bûrhan Sonmez bi rêya vîdyoyê li ser mijara “Navneteweyî Avanî û Xebatên PENa Navneteweyî, Girîngiya Rêxistinbûna/Rêxistinbûnên Navneteweyî” axivî.
Sonmez qala dîroka PENa Navneteweyî û Kurdî kir û got, ew dixwazin li welatê xwe bi kurdî bijîn. Sonmez anî ziman ku divê zordariya li ser kurdî were rakirin û got: “Pêwîst e zimanê kurdî bibe zimanê fermî.”
Paşê, Seroka Rûmetê ya Navenda PENa Kurd Dr. Bêrîvan Doskî vê peyamê şand konferansê:
“Roja zimanê kurdî silav dikim. PENa Kurd xizmeta zimanê kurdî dike. Ji bo zimanê kurdî xebatên gelek giring pêk aniye. Zimanê me nasmeya me ye. Dema zimanê me diçe hebûna me diçe û rastî bişaftinê dimîne. Başûr û Rojava îro zimanê me azad e lê li Bakurê Kurdistanê îro ketiye nav metirsiyê. Ji bo zimanê kurdî bi milyonan kurd li ber xwe dan. Divê em di nav xebatan de bin û zimanê xwe azad bikin. Dîplomasiya Kurdî çalakiyan pêk bîne”
Urrutîkoetxea: ‘Têkoşîna kurdan û baskê wek hev e’
Bi dûv vê re, peyama berpirsa Karên Asya û Ewrûpayê ya PENa Navneteweyî Aurelia Dondo û peyama Serokê Giştî yê Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya PENa Navneteweyî û Serokê PENa Baskê Urtzî Urrutîkoetxea hat xwendin.
Urtzî Urrutîkoetxea diyar kir ku ew lêborîna xwe dixwaze ku îro ne di nav beşdarên konferansê de ye. Urrutîkoetxea da zanîn ku gelê kurd û baskê ji hev fam dikin ji ber ku têkoşîn û daxwazên wan wekhev in.
Danişîna duyemîn bi rêvebira Kejal Ahmad û axaftina nivîskar Dilawer Zeraq û zimanzan Samî Tan dest pê kir. Dilawer Zeraq li ser mijara “Ji Arîşeyiya Hebûnê Heta Bi Hinceta Nepêkhatîbûnê, Sosyopolîtîka Kurdî ya li Tirkiyeyê” axivî.
Komara Tirkîyeyê kurdî qedexe kir
Dilawer Zeraq li ser xeta asîmîlasyonîst a Komara Tirkîyeyê wiha axivî:
“Dema komar hatiye avakirin bi dîkta hatiye avakirin. Hebûna kurdan hatiye înkarkirin û zimanê kurdî hatiye înkarkirin. Lê dema ku tu tiştekî qedexe bikî hebûna wê jî qebûl dikî. Ew tunehesibandin bi giranî li ser ziman hatiye pêkanîn. 1925an de bi plana ‘Şark û Îslahat’ê zimanê kurdî hat qedexekirin. Gava ku kurdî hatiye qedexekirin du alî hatiye hepskirin. Lê hem qedexekirinê hem jî çavderî kirine. Çi ji xwe re pêwîst dîtine wê ji xwe re birine. Peyvan hem ji xwe re birine hem jî tune hesibandine. Kurd jî xwestiye ku xwe bide nîşandan.”
Axaftina Berpirsê Komîteya Mafê Ziman û Wergerê yê PENa Kurd û zimanzan Samî Tan li ser mijara “Zimankujî û Plansaziya Zimanî ya Civakî” bû:

Ji % 29 kurdî baş dizanin
“Di lêkolîna li bajarên Amed, Wan, Riha, Merdînê hatine kirin de yên ku kurdî baş dizanin ji sedî 29 e. Nezî sedî deh zimanê kurdî windakirine. Ji sedî 30 jî êdî nikarin danûstandina kurdî bikin. Ziman derbasî nifşên nû nabin. Ji sedî 30 bi zarokên xwe re kurdî neaxivin. Lê hej jî asta sedî 60 gelê kurd dixwaze zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Ew tiştekî baş e. Divê ziman li gorî wekî bajaran were nûkirin. Divê polîtîkayêk ziman avabikin. Em bîr û baweriya xwe hemû aliyê xurt bikin.”
Paşê, nivîskar Xecê Şen li ser mijara Pênaseya Jineolojiyê û Rista Wê ya Di Ziman û Wêjeyê de axivî.
Çar dewlet mafên kurdî binpê dikin
Beşdareke din ê konferansê Sabîr Abdullahîzad li ser mijara “Rewşa Hiqûqî ya Kurdî ya Li Çar Aliyên Kurdistanê” axivî.
Abdullahîzad diyar kir ku wextê ku yek behsa hiqûqî ya kurdî bike divê bingeha wan bibîne û wiha got: “Her çar dewlet Îran, Iraq, Sûrî û Tirkiyeyê bi destê qanûna bingehîn zimanê kurdî binpê dikin. Li Îranê bi dehan mamoste di zindanan de ne. Li dewleta tirk zimanê kurdî tu carî wekî fermî nas nekiriye.”
Di dawiyê de momeste Dadyar Azad li ser mijara Pêvajoya Derbasbûna Perwerdehiya bi Zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê axivî.
Infowelat
——————————————————-
Foto: Beşdarên Konferansa PENa Kurd a li Amedê/Ajansa Welat