Li Tehranê peymana veguheztina transît hat îmzekirin

Îran û Rûsya hevkariya xwe her ku diçe pêş de dibin

Her du alî tevlî çend welatên Asyaya Navîn peymaneke veguheztina transît îmze kirin

Nûnerên Rûsya, Kazakistan, Kirgizistan, Tacikistan, Turkmenistan, Uzbekistan û Azerbeycan li Tehranê tevlî rêvebiriya Îranê civîneke li ser hevkariya vegiheztina transît li hev civiyan.

Di civîna bi navê “Yekemîn Civîna Wezîran a Li ser Hevkariya Transît” astengiyên di warê vê mijarê de bên mijara gotûbêje.

Paşê nûnerên hemû welatên amadekar li ser mijarê peymanekê îmze kirin.

Wezîrê Îranê Yê Pêşdebirina Rêyan û Bajarvaniyê Rustem Qasemî li ser girîngiya vê peymanê axivî û peyman ji bo Îranê wekî firsend bi nav kir.

Qasemî got, “Rûsya 30 milyon ton komir û 20 milyon ton gubre ixracî Hindîstanê dike. Ev yek jî firsendê dixe destê Îranê. Endustriya ragihandinê wê halxweşiye bîne herêmê.”

About infowelat.com

Li vê jî binêre

Herêm daxwaza tevlîbûna biryaran dikin

RLEG (Herêmên Ewrûpayê yên Xwedî Erkên Qanûnçêkirinê) li bajarê Bilbao ya Welatê Baskê civiyan. Beşdarên …