DBP “modernîteya demokratîk” pêşniyaz kir

Analîza derbarên modernîteya kapîtalîst, têkoşîna îdeolojîk, azadiya Ocalan û meseleya jinê de mora xwe li vê belgeyê xist.

Statuyeke ji bo Kurdistanê û çareserkirina meseleya Kurd jî mijareke din bû ku li dûv mijarên din di belgeyê de cî girtin.

Axaftinên di bernameyê de bi Kurdî hatin kirin û pankartên bi Kurdî li salonê hatin daliqandin.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi konferansa xwe ya li Amedê rotaya xebatên xwe eşkere kir.

Konferansa partiyê, di 5’ê Mijdarê de li navçeya Baxler a Amedê hat lidarxistin.

Ji ber têkçûna di hilbijartinê de ya siyaseta legal a Kurd, herkes li bende biryarên vê bernameyê bûn.

Herwiha, rexne û pêşniyazên derbarê xurtkirina bingeha neteweyî ya siyaseta Kurd girîngiya vê bernameyê zêde kir.

Li aliyekî din, partiyê piştî hilbijartinê civînên berfireh bi gel re pêk anîbû û dabû xuyakirin, ew ê encamên civînan bike bingeheke polîtîkaya xwe.

Piştî axaftinên di bernameyê de, DBP’ê belgeyeke helwestê ku bi Kurdî û Tirkî hat amadekirin, eşkere kir.

Di belgeya Helwestê ya Konferansê de azadiya lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk derketin pêş.

Belgeya helwestê ya DBP’ê

Analîza derbarên modernîteya kapîtalîst, têkoşîna îdeolojîk, azadiya Ocalan û meseleya jinê de mora xwe li vê belgeyê xist.

Statuyeke ji bo Kurdistanê û çareserkirina meseleya Kurd jî mijareke din bû ku li dûv mijarên din di belgeyê de cî girtin.

Di belgeyê de ji bo çareserkirina problemên Tirkiyeyê û Kurdistanê “konfederalîzma demokratîk” û  “modernîteya demokratîk” hat pêşniyazkirin.

Di belgeyê de aloziya Îsraîl-Filistînê jî cî girt û ji bo wê “konfederalîzma demokratîk” wekî çareserî hat nîşandayîn.

“Li dijî tecrîdê berxwedan”

Meseleya azadiya Ocalan yek ji aliyê bingehîn ê belgeya DBP’ê bû.

Meseleya azadiya Ocalan yek ji aliyê bingehîn ê belgeya DBP’ê bû.

Derbarê Ocalan de ev tespît hat kirin:

“Abdullah Ocalan bi qasî ku vîn û nûneriya civakî û polîtîk a têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd e; rêberiyeke dîrokî û bîrdozî ya ku ji pirsgirêkên mirovahiyê re çareseriyan diafirîne ye.”

Piştî van gotinan, DBP bi hevoka “wekî xala sereke ya rojevê, têkoşîn û berxwedana ji bo bidestxistina azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan” kirpandina li ser vê meseleyê girantir kir.

Statuya Kurdistanê

Di belgeyê de statuya ji bo Kurdistanê  bi “avakirina yekîtiya neteweyî tê wateya teqezkirina bidestxistina statuyê, parastina hebûnê û bidestxistina azadiyê” cî girt.

Lê belê, ji bilî gotinên “polîtîkayên înkarê” û daxwaza “perwerdeyê”, pêdiviya parastina Kurdî nebû mijara belgeyê.

Di belgeyê de statuya ji bo Kurdistanê  bi “avakirina yekîtiya neteweyî tê wateya teqezkirina bidestxistina statuyê, parastina hebûnê û bidestxistina azadiyê” cî girt.

Qirkirina çandî, xwezayî, bikaranîna madeyên hişbir ûp fuhûş di çend ciyên belgeyê de derbas bûn û bi vê hevokê qala tedbîrên radîkal ên li hemberê vê hat kirin:

“Konferansa me, li hemberî qirkirina çandî, qirkirina xwezayê û qirkirina civakî ji bo ku birêxistinbûna cewherî ya gelê me bi pêş bikeve, li tevahiya tax û kuçeyan li hemberî axayên madeyên hişbir û fuhûşê birêxistinbûn çêbibe, geşkirina têkoşîn û berxwedanê wek peywirekê daniye ber xwe.”

Lê belê, ji bilî gotinên “polîtîkayên înkarê” û daxwaza “perwerdeyê”, pêdiviya parastina Kurdî nebû mijara belgeyê.

Gendeliya qeyûman

Di belgeyê de reaksiyonên herî hişk li hemberê qeyûman hat nîşandayîn.

Di belgeyê de reaksiyonên herî hişk li hemberê qeyûman hat nîşandayîn.

Ji bo qeyûman ev hevok hat bikaranîn:

“Konferansa me, li hemberî sepana qeyûman a ku mêtingerî û koletiyê li ser gelê me ferz dike, di serî de mafên statu, xwebirêvebirin, hilbijartin û hilbijirînê, parastina tevahiya destkeftiyan, wek peywireke neteweyî nirxandiye.”

“Mîsyona şoreşa Jinê”

Meseleya jinê bû mijara sereke ya belgeyê û ji bo vê beşeke dirêj hat veqetandin.

Meseleya jinê bû mijara sereke ya belgeyê û ji bo vê beşeke dirêj hat veqetandin.

Bi vê hevokê hedefa DBP’ê ya di vê mijarê de hat nîşandayîn:

“Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku kapîtalîzm, faşîzm û desthilatdariyê afirandine, em rêxistinbûna jinan xurt dikin; em paradîgmaya xwe ya demokratîk, û xwezaparêz a ku azadiya jinê diparêze di tevahiya qadên jiyanê de birêxistin dikin.”

Foto: Hevserokê DBP’ê Keskin Bayindir/Foto: ANF 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …