Portugal skandala hiqûqê nîqaş dike

Dozgeriya lêpirsîna gendeliyê dimeşîne ragihand, di warê operasyona li dijî serokwezîr Costa şaşî hatiye kirin.

Hat diyarkirin, dozgerî navê serokwezîr Antonio Costa û Wezîrê Aboriyê Antonio Costa Silva tevlihev kiriye.

Ev daxuyanî li welêt bû sebeba rexne û nîqaşên berfireh.

Civaka Portugalê ji duh ve ye daxuyaniya dozgeriya welêt nîqaş dike.

Dozgeriya lêpirsîna gendeliyê dimeşîne ragihand, di warê operasyona li dijî serokwezîr Costa şaşî hatiye kirin.

Hat diyarkirin, dozgerî navê serokwezîr Antonio Costa û Wezîrê Aboriyê Antonio Costa Silva tevlihev kiriye.

Ev daxuyanî li welêt bû sebeba rexne û nîqaşên berfireh.

Herwiha, di çarçoveya lêpirsînê de 5 kesên hatibûn girtin jî hatin berdan.

3 ji kesên hatin berdan ev in:

Serokwezîrê Portugalê Antonio Costa, Vitor Escaria û şêwirmendê wî yê karsaziyê Diogo Lacerda Machado,

Costa îstifa kiribû

Antonio Costa hefteya borî ji ber hin tohmetên li wê hatibû kirin ji erka xwe îstîfa kiribû.

Piştî îstifayê, serokê Portugalê Marcelo Rebelo de Sousa parlamentoya ji hev xistibû û biryara hilbijartina pêşwext dabû.

Sebeba lêpirsîna Costa îdîayên gendeliyê yên projeya lîtyûmê hatibû nîşandayîn.

Hukumeya Sosyalîst a Costa destekê dida projeya lîtyûmê ku rastî bertekên xwezaparêzan dihat.

Xwezaparêz dibêjin, proseya bidestxistina lîtyûmê zirarê dide xwezayê.

Infowelat

Foto: Serokwezîrê Portugalê Antonio Costa /Medyaya Sosyal

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …