Il manifesto: “Têkoşîna gelê kurd di qada zimên de jî tê kirin”

Il manifesto bi sernivîsa “têkoşîna gelê kurd di qada ziman de jî tê dayîn” gotarekê weşand.

Gotar di derbarê Firat Cewerî de ye ku kurtedemek berê  Xelata Navneteweyî ya 2024an a Ostanayê wergirtibû.

Kovara il manifesto bi sernivîsa “têkoşîna gelê kurd di qada ziman de jî tê dayîn”,derbarê nivîskar Firat Cewerî de gotarekê weşand.

il manifesto li ser xeta îdeolojîk a Partîya Komunîst a Îtalyayê weşanê dike.

Gotara bi sernivîsa “Têkoşîna gelê kurd di qada ziman de jî tê dayîn”, ji alîyê Murat Çinar ve hatîye nivîsandin.

Gotar, bi boneya Xelata Navneteweyî ya Ostanayê hatîye weşandin.

Firat Cewerî kurtedemek berê  Xelata Navneteweyî ya 2024an a Ostanayê wergirtibû.

Ev xelat pêşkêşî aktîvîstên zimanên hatine marjînalkirin tê kirin.

Di gotarê de tê diyarkirin, Cewerî 44 sal in bi zimanê kurdî ku hatîye sansurkirin û dor lê hatîye tengkirin dinivîse.

Firat Cewerîyê ku di 1980an de wekî penaber çûye Swêdê, vê agahîyê daye nivîskar Murat Çinar:

 Rûpela Il manifestoyê ya di derbarê Firat Cewerî de /Il         Manifesto

“Min di çalakîyeke polîtîk de rojnamevan û nivîskarê mezin Musa Anter naskir. Wî pêşnîyaz kir ku ez biçim Swêdê. Ew difikirî, ez ê li wir bikaribim bibim nivîskarekî.”

Cewerî piştî li Swêdê bi cî bûye, dest bi xebatên xwe yên weşangerîyê kirîye û di 1981an de pirtûka xwe ya yekemîn nivîsandî ye.

Cewerî derbarê vê mijarê de wiha axivî ye:

“Min li sirgûnê kurdîya xwe pêş xist û dest bi nivîsandina kurterçîrok û romanan kir. Ez niha nivîskar im lê xebata min hin bi dawî nebûye.”

———————————–

Foto: Firat Cewerî/Veveya.net

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Çawa 80 leşker girava 2.1 milyon km² diparêzin?

Meseleya Greenlandê ya bi saya Trump ket rojevê, sar nabe. Pirsa ‘ka bi 80 leşkeran …