Katalonya dibe xwediyê binesaziya hatûçûnê

Îspanya wê bi butçeya sala 2023’an  2.3 milyar euro transferê Katalonyayê bike.

Par, butçeya ji Katalonyayê re hatibû veqetandin 2.2 milyar euro bû.

Bi gotineke din, 17.2 ji % butçeya total a Îspanyayê dibe para Katalonyayê.

Butçeya îsal a Îspanyayê bi desteka partiyên katalan hate qebûlkirin.

Ji bo hukumeta Pedro Sanchez di Parlemena Îspanyayê de dengdan hate lidarixistin.

Wekîlên Çepa Komarger a Katalonya (ERC) û PDeCAT dengê erênî dan butçeyê.

Di encamê vê destekê de butçeya sala 2023’an ji aliyê parlemenê hate qebûlkirin.

Di dengdanê de du partiyên din ên serxwebûnxwaz ên katalan Junts û CUP li dijî butçeyê deng dan.

Piştî parlemenê wê butçeya îsal vê carê biçe ber destên Senatoyê.

Senato wê yan di butçeyê de guherînan çêbike an jî wê butçeyê qebûl bike.

Berdevkê ERC’ê yê Parlemena Îspanyayê Gabriel Rufian: “Me di dengdanê de helwesteke pragmatîk nîşan da.”

Dema guherîn pêk werin, wê careke din ji bo pêşniyazbutçe li Parlemenê Îspanyayê dengdan bê lidarixstin.

ERC ji Îspanyayê çi xwest?

ERC partiya herî kevn a Katalonyayê ku doza serxwebûna Katalonyayê dike.

Partiya ku di 1931’an de hatibû damezrandin, bi 33 kursiyên xwe yên di Parlemena Katalonyayê de hêza herî mezin e ku serxwebûnxwaz e.

Beriya dengdanê, ERC di meseleya kontrola li ser binesaziya sereke ya Katalonyayê de bi Îspanyayê re li hev kir.

Bi riya peymana bi hukumeta Madrîdê re, wê kontrola li ser riyên hesinî û riyên bejahî dewrê Katalonyayê bê kirin.

Binesaziya hatûçûnê ku dikeve destên Katalonyayê li derdora 900 milyon euroyî ye.

Butçeya Katalonyayê 

Para Katalonyayê di Hilberîna Tomerî ya Îspanyayê de bi qasî 19 ji % ye.

Ev jî tê vê wateyê, Katalonya li gorî hilberîna xwe, her sal ji butçeyê 2 ji % kêmtir pere werdigire.

Herwiha, Îspanya wê bi butçeya sala 2023’an  2.3 milyar euro transferê Katalonyayê bike.

Par, butçeya ji Katalonyayê re hatibû veqetandin 2.2 milyar euro bû.

Bi gotineke din, 17.2 ji % butçeya total a Îspanyayê dibe para Katalonyayê.

Hêjayî gotinê ye, para Katalonyayê di Hilberîna Tomerî ya Îspanyayê de bi qasî 19 ji % ye.

Ev jî tê vê wateyê, Katalonya li gorî hilberîna xwe, her sal ji butçeyê 2 ji % kêmtir pere werdigire.

Partiyên katalan li dijî vê derdikevin û vê yekê wekî argûmaneke ji bo serxwebûnê bi kar tînin.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …