Puigdemont destekê nade mixalefeta îspanyol

Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont bi daxuyîneyekê dilê hikumeta Sanchez xweş kir.

Puigdemontê ku di heman demê de lîderê JxCatê ye got, ew ê wekîlên partîyê di dengdaneke muhtemel de destekê nedin mixalefetê.

Puigdemont di berdêla desteka xwe de dixwazin erkên berhevkirina bacê û biryarên ji bo penaberîyê transferê Katalonyayê bên kirin.

Qedera hikumeta Sanchez a Îspanyayê di destên katalanan de ye.

Tirsa Madrîdê di ev e, partîya katalan JxCat di dengdaneke pêbawerîyê de li hemberê wê dengen xwe bi kar bîne.

Ev senaryoya wekî xewnereşkekê li pêşîya Serokwezîr Pedro Sanchez sekini ye.

Lêbelê Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont bi daxuyîneyekê dilê Sanchez xweş kir.

Puigdemontê ku di heman demê de lîderê JxCatê ye got, ew ê wekîlên partîyê di dengdaneke muhtemel de destekê nedin mixalefetê.

Partîya Gel (EPP) û Vox ku rast û rasta-radîkal temsîl dikin, daxwaza denge pêbawerîyê dikin.

Lîderê EPPê Alberto Núñez Feijóo ragihandibû, ew di denge pêbawerîyê de dixwazin hêza xwe bi partîyên katalan re bikin yek.

Hikumeta Partîya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) bi desteka heft wekîlên  JxCat, heft wekîlên Partîya Komarger a Katalan (ERC) û wekîlek ji partîyên baskê PNV û EH Bildu rêveberîya xwe dikare bidomîne.

Katalan çi dixwazin?

Partîyên katalan cara caran bi gefên xwe yên li hemberê hikumeta Sanchez dixwazin mafên Katalonyayê berfireh bikin.

JxCat û ERC di berdêla desteka xwe de dixwazin erkên berhevkirina bacê û biryarên ji bo penaberîyê transferê Katalonyayê bên kirin.

Herwiha, partîyên katalan ji Sanchez daxwaz dikin, ji bo zimanê katalanî bibe zimaneke fermî yê Yekitîya Ewrûpayê hewl bidin.

Para Katalonyayê ji butçeya navendî mijareke din a alozîyê ya di navbera herdu alîyaan de ye.

Katalan ji Madrîdê daxwaz dikin, pareke hîn zêdetir ji bo Katalonyayê bê terxankirin.

Tê ragihandin, Puigdemont ji bo van daxwazan bi hikumeta îspanyol bide qebûlkirin stratejîyeke ji gef û muzakereyan pêk tê bi kar tîne.

Infowelat

———————————————

Foto: Carles Puigdemont/Vilaweb

Puigdemont: “Bijî Katalonyaya azad!

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Greenland hilbijartineke krîtîk li dar dixe

Parlamentoya Greenlandê biryar da, di 11ê adarê de hilbijartin bên lidarxistin. Wisa xuya dike, wê …