Sîyasetvana kurd Îlham Ehmed tevlî paneleke li Meclîsa Londonê bû.
Ehmed di bernameyê de federalîzmê ji bo Sûrîyeyê pêşnîyaz kir.
Hevseroka Ofîsa Têkiliyên derve yê Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed tevlî paneleke Meclîsa Londonê.
Panel ji alîyê Navenda Pêşketina Kurdî hat lidarxistin.
Gelek siyasetmedarên kurd ên li Brîtanyayê tevlî bernameyê bûn.
Rewşa ewlekarîyê ya Rojava, diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de mijarên panelê bûn.
Îlham Ehmedê di panêlê de got di diyaloga Kurd-Kurd a li Rojava de gav hatine avêtin.
Ehmed di vê mijarê de wiha axivî:
Mîzgînîya yekitîyê
“Kurdên Rojavayê ji bo pêşxistina yekîtiya di navbera xwe de di nav diyalogeke cidî de ne û pêşketinên girîng hatine kirin.
Di heman demê de diyalog bi kurdên beşên din ên Kurdistanê re jî heye. Em vê diyalogê gelekî girîng û erênî dibînin.”
Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de hûn jî mizgîniyekê bibihîzin.”
Ehmed da zanîn, ew dixwazin bi Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) re ku li Şamê wekî desthilateke fermî tê naskirin, di nav diyalogê de bin.
Îlham Ehmedê dîyar kir, di demeke nêzîk de ew li bendê ne ku konferanseke li ser paşeroja Sûrîyeyê bê lidarxistin.
Nûnera Rojava bi van gotinan modela navendîparêz a Sûrîyeyê rexne kir û federalîzmê pêşnîyaz kir:
“Di Sûriyeyeke ne federal de wê aştî çênebe. Berevajî vê yekê, Sûriyeyeke navendî dê bibe sedema hilkirina agirê şerê navxweyî. Ji ber vê yekê, Sûriyeyeke federal dê ewlehî, aramî û aştiyê bi xwe re bîne.”
Infowelat
——————————–
Foto: Civîna di Meclîsa Londonê de/Rudaw