Serokê Koreya Başûr hat desteserkirin

A.Rahman Çelîk

Hewldan ji bo girtina serokê Koreya Başûr gihiştin armanca xwe.

Yoon Suk Yeol di hewldana sêyemîn de  hat girtin.

Ev hemle tirsa şerekî naxweyî ji rojevê derxist.

Yoon Suk Yoel bi hinceta ku “xayintî li welat kiriye”, hat binçavkirin.

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yoel meha borî rewşa awarte ragihandibû.

Biryara serok rastî bertekên sîyaseta welêt hatibû û Parlamento proseya azilkirinê dabû destpêkirin.

Ji wê rojê û vir ve ji bo girtina serok hewldanên berfireh dihatin kirin.

Duh ev hewldan gihiştin armanca xwe û serok Yoon Suk Yeol hat girtin.

Saziya Têkoşîna Li Dijî Gendeliyê ya Koreya Başûr ragihand, bi sebeba serok “xayintî li dewletê kiriye” hatîye girtin.

3.000 polês tevlî operasyonê bûn

Di operasyona binçavkirinê de 3 hezar polîsan cî girtin.

Bi vê operasyonê re, Yoon Suk Yoel bû yekem serokê di dîroka Koreya Başûr de tê girtin.

Yoon Suk Yeol di 3yê kanûna pêşîn de bi îddiaya ku dilxwazên Koreya Bakûr ji nav dewletê paqij bike, rewşa awarte ragihandîbû.

Helwesta serokê bi ser neketibû û rewşa awarte li pêyî 6 saetan, ji aliyê parlamentoyê ve hatibû rakirin.

Bi heman biryarê, parlamento Yoon Suk Yoel ji wezîfeyê dûrxistibû.

Fikara şerê navxweyî

Piştî biryara ragihandina rewşa awarte û biryara girtina serok, li welêt alozîyeke kûr pêk hatibû.

Piranîya sîyasetê li hember serok helwest nîşan dabû û Yoon Suk Yoel ji bo serhildanê banga alîgirên xwe kiribûn.

Ji deestpêka alozîyê û vir ve li paytext Seulê xwepêşandanên alîgir û dijberê serok dihatin lidarxistin.

Ev jî fikara şerekî navxweyî li Koreya Başûr zindî dikir.

Foto: Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yoel

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …