A.Rahman Çelîk
Li Lubnanê krîza serokomariyê li pêyî du salan çareser bû.
Serkanê Giştî Joseph Aoun bû Serokomarê Lubnanê.
Hilbijartina serokomarê nû ji alîyê welatên Rojava û Îsraîlê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Lubnana bi problemên giran re rû bi rû ye hewl dide îsal rûpeleke nû li pêşîya xwe veke.
Krîza aborîyê, teqîna li Bêrûdê û êrişên Îsraîlê yên li hember Hîzbulahê welêt nêzîkî hilweşînê kiribû.
Bi ser vê de jî, ji du salan zêdetir e postê serokomariyê vala bû.
Ji bo serokomar bê hilbijartin, parlamento 13 caran li hev rûnişt.
Di rûniştina dawîn de, Serkanê Giştî Joseph Aoun (Jozef Awn) bû Serokomarê Lubnanê.
Aoun di tûra yekem a hilbijartinê de tenê 71 deng wergirt.
Lewma jî negihîşt piraniya ji sisiyan duduyê têra hilbijartina serokomariyê.
Auon di tura duyemîn de 99 deng wergirt û bû serokomar.
A rast, vekişîna Silêman Franjiye ji pêşbirkla ji bo serokomarîyê rêya hilbijartina Aoun vekir.
Silêman Franjiye yê bi nêzîkatiya Beşar Esad ve tê nasîn, ji Hîzbulahê destekê digirt.
Franjiye doh ji namzetbûnê vekişîya û diyar kir ku ew piştevanîyê dide Joseph Awn.
Joseph Aoun wekî namzetê Amerîka û Erebistana Siûdî tû naskirin.
Tê ragihandin ku tu mervantiya Josep Aoun bi serokomarê berê Mişel Aoun ve tuneye.
Hilbijartina serokomarê nû ji alîyê welatên Rojava û Îsraîlê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Seroka Komisyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen bi peyamekê kêfxweşîya xwe wiha îfade kir:
“Ewrûpa rotaya îstikrar û reforman a Joseph Aoun destek dike.”
Sîstema kotaya sîyasî
Li gorî Qanûna Bingehîn a Lubnanê lazim e serokomar ji xrîstiyanên marûnî, serokwezîr ji sûniyan û serokatiya parlemanê jî ji şiiyan bê hilbijartin.
Kursiyên Parlamentoya Libnanê jî bi sîstema kotayê li gorî ol û mezheban tê belavkirin.
Ji ber sedema ku gelek partiyên olî û mezhebî di parlemanê de cî digiri û herwiha sîstema kotaya sîyasî, hilbijartina serokomar gelek caran zehmet dibe.
Foto: Joseph Aoun/X