Musk bi lîdera AfDê re axivî

Elon Musk bi serokê Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) Alice Weidelê re axaftineke li ser dîjîtalê kir.

Musk got, “bi tenê AfD dikare Almanyayê rizgar bike.”

Axaftina zindî ya Musk û Weidelê wekî midaxaleya Musk a li ser sîyaseta alman tê qebûlkirin.

Elon Musk bi serokê Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) Alice Weidelê re hevdîtineke li ser Xê kir.

Axaftina zindî ya 9ê kanûna pêşîn wekî midaxaleya Musk a li ser sîyaseta alman tê qebûlkirin.

Ji ber ku wê di 23ê sibatê de li Almanyayê hilbijartina giştî bê lidarxistin.

Musk dixwaze AfDya rasta radîkal temsîl dike di hilbijartinê de bi ser bikeve.

Mijarên penaberîyê, polîtîkaya enerjîyê, perwerde û gelek mijarên derbarê polîtîkaya Alamanyayê de di civîna online a her Musk û Weidelê de cî girtin.

Herwiha, rêbaza çareserkirina şerê Rûsya-Ukrayna û alozîya li Rojhilata Navîn hat gotûbêjkirin.

“AfD dikare Almanyayê rizgar bike”

Mirovê herî dewlemend ê cîhanê Musk di hevdîtinê de got, “bi tenê AfD dikare Almanyayê rizgar bike.”

Li ser pirseke Weidelê ya derbarê meseleya Ukraynayê de Musk got, “Serok Trump wê vê alozîyê bi lez çareser bike.”

Musk di bersiva xwe ya li ser rêwîtîya ber bi gerstêrka Marsê de jî got, ew hêvî dike keştîyên fezayê ya bê miretebat di nava du salan de û yên bi miretebat jî di nava çar salan de bişîne Marsê.”

Musk di demên dawî de herdem di şîroveyên xwe yên derbarê sîyaseta Almanyayê de êrişî sîyasetmedarên li ser kar dike.

Elon Musk di axaftinên xwe de ji bo Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier gotibû “tîran.”

Musk kurtedemek berê jî dîyar kiribû, Serokwezîr Olaf Scholz divê piştî êrişa li Magdeburgê istifa kiriba.

Almanya wê çi bike?

Êrişên Musk ên li hemberê sîyaseta alman û piştgirîya wî ya ji bo AfDê ji alîyê dewleta alman ji nêzik ve tê şopandin.

Parlamentoya Almanyayê biryar da derbarê axaftina li ser Xê a di navbera Musk ê Weidelê de vekole.

Eger axaftin îlegal bê qebûlkirin, wê tedbîrên qanûnî li hember AfDê bê girtin.

Ajansa federal a alman jî ragihand, ew ê vekolîn bike ka berîya û piştî gotûbêja li ser Xê algorîtmayên Xê hatine guherandin an na.

AfD partîyeke çawa ye?

AfDya di 2013an de wekî partîyeke li dijî mafên penaberan hat damezrandin.

Krîza penaberan a di 2015an bê sebeba mezinbûna bingeha sîyasî ya partîyê.

AfD di hilbijartinên 2017an de ket Parlamentoya Almanyayê û di hilbijartinên li eyaletên li rojhilatên welêt bi ser ket.

AfDê dijberîya Yekîtîya Ewrûpayê dike û bi dostanîya xwe ya rêbeberîya Rûsyayê tê naskirin.

Rapirsî nîşan didin, rêjeya dengê partîyê ji % 21.e û ev jî AfDê dike partîya duyemîn a Almanyayê.

Foto: Elon Musk û Alice Weidel/Medyaya Civakî

Derbarê Necat Ayaz DE

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …