Mafên kurdan di rojeva Almanyayê de ye

Meseleya Rojavayê Kurdistanê di rojeva Almanyayê de ye.

Îlham Ehmed li Berlînê bi berpirsê Wezareta Karên Derve yê Almanyayê re hevdîtinekê kir.

Nûnerê taybet ê Almanyayê yê Sûrîyeyê Stefan Schneck jî bi telefonê bi Mezlûm Ebdî re axivî.

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bi Berpirsê Ofîsa Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur a Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel re civîya.

Paşê, Tunkel dervarê hevdîtinê de di Xê de peyamekê parve kir.

Tunkel di parvekirinê de got, wî li ser pêdivîya parastina sivîlan û bidawîanîna şîdetê li Sûrîyeyê bi Îlham Ehmed re axivî ye.

Li alîyekî din, nûnerê taybet ê Almanyayê yê ji bo Sûrîyeyê Stefan Schneck ragihand, wî bi telefonê bi fermandarê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re axivî ye.

Schneck bi Ebdî re axivî

Schneck derbarê hevdîtinê de agahî da North Press Agencyê.

Nûnerê alman got, wî di bi Ebdî re parastina mafên kurdan di nava sîstema siberojê ya Sûrîyeyê de gotûbêj kirine.

Schneck destnîşan kir, rêveberîya heyî ya li Sûrîyeyê ji niha ve giringîya vê meseleyê qebûl dike.

Mijareke din a Schneck li ser sekini ambargoyên li ser Sûrîyeyê bûn.Scneck got, Almanya difikire, ji bo jinûveavabûna Sûrîyeye wê amgargoyên elektrîk, rêyên hewayê û enerjîyê betal bike.

Herwiha, nûnerê alman got, ji ber prosedûrên dirêj ên Yekitîya Ewrûpayê wê ambargoya yekitîyê ya li ser Sûrîyeyê heta demekeê berdewam bike.

Infowelat
————————————————-
Foto: Hevdîtîna Tobias Tunkel û  Îlham Ehmed 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Beledîyeya Akdenîzê hat desteserkirin

Enqere qeyûm şand ser Beledîyeya Akdenîzê ya li Parêzgeha Mêrsînê. Berîya qeyûm, hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar …