Michel Aounê ji kotaya siyasî ya ji bo xristiyanan hatibû diyarkirin bûbû serok, duh îstifaya xwe ragihand.
Parlemena Libnanê ji bo diyarkirina serokekî di dewsa Aoun de çar caran civiya bû.
Lêbelê hêzên siyasî yên li welêt ji bo serokê dewsa Aoun bigire li hev nekiribûn.
Serokê Libnanê Michel Aoun ji karê xwe îstifa kir.
Aounê ji kotaya siyasî ya ji bo xristiyanan hatibû diyarkirin bûbû serok, duh îstifaya xwe ragihand.
Ev jî krîza li Libnanê ku ev du sal in dike nake nikare were ser xwe, hîn zêde kûrtir kir.
Michel Aounê endamekî xristiyanên maronît e, di 2016’an de hatibû ser kar.
Parlemena Libnanê ji bo diyarkirina serokekî di dewsa Aoun de çar caran civiya bû.
Lêbelê hêzên siyasî yên li welêt ji bo serokê dewsa Aoun bigire li hev nekiribûn.
Lewma ji niha ve xuya dike, bi îstifaya Aoun wê li Libnanê aloziya temsiliyetê jî derkeve holê û ev jî krîza siyasî kûrtir bike.
Krîza heyî ya li Libnanê di 2020’an de bi teqîna li bendera Beyrûdê derketibû asta herî bilind.
Welatî ji bo mehkemekirina berpirsên payebilind ên vê teqînê demeke dirêj çalakiyan li dar xistibûn.
Lêbelê ji ber astengiya Hîzbulahê û hevkarên wê riya mehkemekirina berpirsan hatibû astengkirin.
Serokê Libnanê Michel Aoun vê yekê bi eşkereyî rexne kiribû û gotibû kesên malmezin sîstema hiqûqê asteng dikin.
Peymana bi Îsraîlê re
Îsraîl qada gazê ya Karişê û bi tevahî kiribû bin kontrola xwe lê serweriya qismî ya Libnanê ya li ser qada gazê Kanayê qebûl kiribû.
Beriya îstifayê, serokê Libnanê îmzeya xwe danîbû binê peymana bi Îsraîlê re.
Bi vê peymanê, her du welat sînorên xwe yên deryayî zelal kiribûn.
Îsraîl qada gazê ya Karişê û bi tevahî kiribû bin kontrola xwe lê serweriya qismî ya Libnanê ya li ser qada gazê Kanayê qebûl kiribû.
Peymana dawî, ji bo sivikirina krîza aboriyê ya Libnanê wekî “derfeta dawî” hatibû binavkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Libnan niha ji bo 3 milyar dolaran ji Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) deyn bike muzakereyan dimeşîne.