Ewrûpa koçberan bi darê zorê ji ser sînorên xwe vedigerîne.
Par ji 120,00î zêdetir koçber û penaber li ser sînorên Yekitîya Ewrûpayê hatin vegerandin.
Ewrûpa koçberan bi darê zorê ji ser sînorên xwe vedigerîne.
Par ji 120,00î zêdetir koçber û penaber li ser sînorên Yekitîya Ewrûpayê hatin vegerandin.
Rapora dawî ya li ser vê rewşê ji alîyê neh komeleyên mafên mirovan hat amadekirin.
Di raporê de hat ragihandin, bi vê pratîkê heyî peymanên li ser mafên koçber û penaberan tê binpêkirin.
Sazîyên mafên mirov dîyar kirin, gelek caran koçber bi midaxaleyên fîzîkî ji der sînor tên dûrxistin.
Hin ji wan di keştî û botên kevn de deryayê de rastî xetereya jîyanê tên.
Hin ji koçberan di nava zivistanê de ber bi daristanan ve tên dafdan.
Gelek ji penaxwazan ji ber pratîka paravanên sînorên Ewrûpayê di derya û daristanan de jîyana xwe winda kirine.
Bulgaristan di mijara paşveşandina penaxwazan de welatê yekemîn e.
Di 2024an de vî welatî 52,534 kesî li ser sînorên Tirkîyeyê bi zorê paşve vegerandine.

Kîjan welat?
Welatên ku ketin nava vê lîsteya pratîka derveyî însanî ev in:
Bulgaristan: 52,534
Yunanistan: 14,482
Polonya: 13,600
Hûngarya: 5,713
Letonya: 5,388
Kroatya: 1,905
Lîtwanya: 1,002
Li derveyî Ewrûpayê jî Lîbya û Libnan di mijara vegerandina penaberan de serî dikişînin.
Yekitîya Ewrûpayê bi peyman û desteka xwe ya fînansî her du welatan teşwîqê vê pratîkê dike.
Par Lîbya 21,762 û Libnan 3,768 kesan bi darê zorê ji ser sînorên xwe vegerandine.
Infowelat
——————————————————
Foto: Sînorên Bulgaristanê yên bi Tirkîyeyê re