Jinên Belçîkayê ne di ewlehiyê de ne

Ji % 95ê jinên li Belçîkayê dijîn xwe li kolanan di ewlehiyê de hîs nakin.

Ev agahiya wekî alarmê bi rapirsiyeke  dawî derket holê.

Bi taybetî jinên li paytext Brukselê dijîn ji ber rewşa ewlehiyê dilgiran in.

Ji % 95ê jinên li Belçîkayê dijîn xwe li kolanan di ewlehiyê de hîs nakin.

Ev agahiya wekî alarmê bi rapirsiyeke  dawî derket holê.

Rapirsî bi hevkariya Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Li hember Tacîza Kolanan Rabe Ser Pêyan û Right to Be û L’Oréal Paris ve hat lidarxistin.

Ji % 95ê jinên bersivê dan pirsên anketê, gotin ew xwe di kolanan de di ewlehiyê de hîs nakin.

Bi taybetî jinên li paytext Brukselê dijîn ji ber rewşa ewlehiyê dilgiran in.

Yek ji sêyan jinên li paytextê diyar dikin, ew li kolanan tên şopandin.

Ji % 15ê jinên beşdarî anketê bûne, gotine ew hema hema qet di qadên giştî de xwe ewle hîs nakin.

Li Walonyayê rewş girantir e

Ev rêje li herêma fransîaxêv Walonyayê li digihîje ji % 23an.

Şîdeta devkî û tacîz li Walonyayê bandorê nêzîkî ji çar jinan yekê dike.

Ev rêje li herêma fransîaxêv Walonyayê li digihîje ji % 23an.

Şîdeta devkî û tacîz li Walonyayê bandorê nêzîkî ji çar jinan yekê dike.

Herwiha, ji % 83ê jinan dibêjin, ew li kolanên Belçîkayê rastî tacîzê hatine.

Ji % 80ê jinan jî bûne şahidê bûyerên bi vî rengî.

Jinên li Belçîkayê ji saziyên fermî daxwaz dikin, ji bo parastina wan bêtir tedbîran bigirin.

Ji bilî vê, jin ji dadgehan dixwazin, şîdeta li hemberê wan bê ceza neyê hiştin.

Infowelat

Foto: Dîmeneke ji greva jinên belçîkî / China Daily

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …