7 milyon sudanî koçber in

Neteweyên Yekbûyî ragihand, ji ber şerê naxweyî li Sudanê 7,1 mîlyon kes bûne koçber.

Cara dawî,  li navenda Sudanê 300 hezar kes neçar mane terka cîûwarê bikin.

Neteweyên Yekbûyî derbarê encamên însanî yên şerê li Sûdanê daxuyaniyek da.

Rêxistina cîhanî got, ji ber şerê domdar li Sudanê 7,1 mîlyon kes bûne koçber.

Neteweyên Yekbûyî rewşa li vî welatî wekî krîza herî mezin a cîhûwarkirinê ya li cîhanê pênase kir.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got, ji ber pevçûnan, cara dawî li navenda welêt 300 hezar kes neçar man koç bikin.

Bi vê koça dawî, hejmara kesên ku ji ber şerê navxweyî terka cîûwarê xwe kirin, derket 7,1 milyonî.

Li Sûdanê, li paytext Xartûm û li 10 eyaletên rojava û başûrêrojavayê welêt pevçûn didomin.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) îdîa dike, ew ji sedî 90’ê Xartûmê kontrol dike.

HPLê beriya çend rojan kontrola xwe ya li ser bajarê Wad Madanî yê stratejîk ragihandibû.

HPLê serî rakiribû

Şerê navxweyî yê Sudanê di nîsana 2023’an de bi serhildana HPLê dest pê kiribû.

Hêza paramîlîter HPL di 2013’an de ji aliyê serokê berê Omer El-Beşîr ve hatibû damezrandin.

Hêza navborî di salên 2000î de li herêma Darfûrê komkujiyan pêk anîbûn.

Hejmara Hêzên Piştevaniya Lezgîn li derdora 100,000’î ye.

Infowelat

Foto: Ala Sudanê

Li Sûdanê paramîlîter serî hildan

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …