Fîlîpînan roja serxwebûnê pîroz dike

12ê Hezîranê li Fîlîpînan wek Roja Serxwebûnê tê pîrozkirin. Gelê Fîlîpînan piştî şoreşek li dijî desthilatdariya Îspanyayê di 1898an de serxwebûna xwe ragihand. Lê piştî vê yekê welat ket bin kontrola Amerîkayê û têkoşîna ji bo azadiyê dewam kir. Roja Serxwebûnê îro wek sembola berxwedan û têkoşîna gelê Fîlîpînan li dijî kolonyalîzmê tê bîranîn.

Di 12 hezîrana 1898an de li hember Îspanyayê serxwebûna welêt hat ragihandin. Lê çîroka serxwebûna Fîlîpînan tenê bi vê ragihandinê bi dawî nebû û bi salan têkoşîn û berxwedan dewam kir.

Di dawiya sedsala 19an de, tevgerên neteweyî û komên şoreşger li dijî desthilatdariya Îspanyayê serî rakirin. Şoreşa gelêrî ku bi armanca azadî û xweseriya welêt hatibû destpêkirin, di demeke kurt de li gelek herêman belav bû û bû sembola berxwedana gelê Fîlîpînan.

Şoreşa Fîlîpînan di 1896an de dest pê kir û Îspanya 1897an de bi serhildêran re peymaneke aştîyê îmze kir. Bi vê peymanê, Îspanya wê di berdêla zirara daye de alîkarîya aborîyê bidana hêzên fîlîpînan. Lêbelê di serî de Emilio Aguinaldo, çend lîderên serhildanê wê terka Fîlîpînan bikirana û li Hong Kongê bi cî bûbûna.

Nexşeya Fîlîpînan/CC BY-SA 4.0

Amerîka welêt dagir kir 

Kurtedemek piştî vê peymanê, Şerê Îspanya-Amerîkayê dest pê kir û Washington bi vê hincetê midaxaleyê Fîlîpînan kir. Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li Kendava Manîlayê hêzên îspanyol têk birin.Îspanya di 1898an de bi Peymana Parisê Fîlîpînan ji Amerîkayê re hişt. Hikumeta Fîlîpînan vê peymanê qebûl nekir û li hemberê Amerîkayê serî hilda. Serhildan heta 1902an dewam kir lê Amerîka bi hêzeke mezin serhildanê tepisand û Aguinaldo dîl girt.  Di vê pêvajoyê de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û welat demeke dirêj di bin kontrola derveyî de ma. Piştî têkoşîneke dirêj, Amerîka bi hêzên Fîlîpînan re rûnişt û di 4ê hezîrana 1946an de bi Peymana Manilayê serxwebûna welêt qebûl kir.

Fotoyê sereke: Ala Fîlîpînan

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

YE ji bo endamtîya Rojavayê Balkanan soz da

Lîderên YEyê li civîna li Montenegroyê de soza ji bo berfirehkirina Yekitîya Ewrûpayê dûbare kirin. …