“Ji bo avakirina modelên mîkro divê têkoşîn bê organîzekirin, hişmendî bê afirandin û saziyên lokal bên bikaranîn”

Rewşenbîr û sosyologê navdar James Petras, ji bo di derbarê emperyalîzm û kapîtalîzmê de biaxive, li ser vexwendina sendikaya LAB’ê hat welatê Baskê. Endamên çapemeniya LAB’ê bi Petras re  di derbarê Kapîtalîzmê, şoreşa li Venezûela û li ser rewşa welatê Baskê hevpeyvînekê kirin.

Petras di bersiva xwe ya ji bo pirsa yekemîn a “hûn çawa emperyalîzma sedsala 21’emîn tarîf dikin”, got ku emperyalîzma vê demê xwedî aliyekî xurt a mîlîter e û ji bo hilweşandina bingeha aboriya welatê ku dixwaze lê bibe serdest, şer dimeşîne. Li gorî Petras, taybetiya duyemîn a emperyalîzmê tesîra siyonîzmê ya li ser wê ye ku niha di gelek sektorên hikumetan de xwedî hebûnekê ye û heman derdor ji bo hilweşandina dijminên Îsraîlê hêza mîlîter a DYA’yê bi kar tîne.

Li ser têkiliyên Amerîka û Ewropayê Petras dîtinên xwe anî ziman û got ku di navbera emperyalîzma Amerîkaya Bakur û Ewropayê de kordînasyon heye û bi girtina însîyatîfê ya li Lîbyayê Ewropa xwestiye nîşan bide ku ew jî hêzeke kolonyal e û dikare welatekî dagir bike.

Petras li ser pirsekê ku ew çawa rewşa heyî ya li cîhanê şîrove dike, piranî li ser xerabûna statuya kedkaran sekinî û got ku rewş karesat e: Petras wiha got: “Hemû tiştên di destên karkeran û kedkaran ên 50 salan an zêdetir, di salên dawiyê de hatin hilweşandin.  Organîzasyona civakî, malbat, sendîka, koperatîf, hemû rêxistina civakî û komeleyên ku destûrê didin ku karker berjewendiyên xwe yên kedê biparêzin, hildiweşîne. Sosyolog  Petras got ku kesên ku di saziyên siyasî de cî digirin bi tevahî ji fonksiyona xwe ya temsîlkirinê winda kirine û bûne nûnerên komên pir biçûk.

Li ser pirsa “wê heta kengî vê rewşê bidome” Petras diyar kir ku kapîtalîzm naguhere lê xwe modîfiye dike û vê taybetiya wê jî şoreşekê provoke dike. Petras ji bo têkçûna modela neolîberal mînaka Amerîkaya Latîn da û wiha axivî: “Di Çiriya Paşîn 2001’an de li Arjantînê rewş gihîştiye niqteyekê ku di encama serhildanê de serokê wê demê mecbûr maye ku bi helîkopterê bireve.”

Ji bo bersiva pirsa “Alternatîfa ji bo welatiyên bask çi ye” Petras destnîşan kir ku “Ti partî jî altenatîfekê pêk naynin” û “Li welatê Baskê projeya polîtîk a alternatîf bi şerên qismî wê derkeve holê.” Petras li hember pirsa  “Wê kî ji bo avakirina alternatîfekê rêberiyê bike” got ku divê ji bo afirandina mîkro-modelan şer organize bikin, hişmendiyê biafirînin û saziyên lokal ên wekî şaredariyan bikarbînin.

Petras pirsa di derbarê serfiraziya şoreşa Bolîvar a li Venezûelayê wiha axivî: “Kilîta vî karî di tedbîrên ku hikumetê girtine de ye ku divê çarçoveyê de hikumet meaş zêde kirin, hatinên petrolê di projeyên civakî de bikaranî, petrolê ku çavkaniya sereke ya dahatê ye kir malê civakê, li taxên li dora bajêr torên temsîlkirina gel ava kir, bi sektorên neteweyî re têkiliyên xurt ava kir û formasyoneke polîtîk a nû, partiyeke şoreşger an nîv-şoreşger an partiyeke sosyalîst  afirand.” Petras got ku Chavez antî-emperyalîzmê, marksîzmê û xrîstiyaniya gel di nava formasyonekê de kiriye yek û wan tevlî şerên li bajaran kiriye.  Sosyolog Petras destnîşan kir ku bi riya beşdariya endamên partiyên kevn ên qirêj û oportunîst her aliyên şoreşê baş nameşe û got ku di navbera projeya sosyalîst  û oportunîzma walî, şaredar û wezîfedaran de nakokiyekê derdikeve holê.

Pirsa “hûn di derbarê modela Ewropayê de çi difikirin” wiha bersivand: “Karesat e. Ji % 50’î an ji vê hejmarê zêdetir ciwan bê kar in. Ji vê sîstemê xerabtir sîstemeke din ez nikarim bifikirim. Organîzasyoneke aboriyê ku hilberînê hildiweşîne felaket e” û got ku vê modelê nikare sîstemeke civakî bidomîne, nifûsê destek bike û lewma jî bi tevahî ne fonksiyonel e.

Petras pirsa dawiyê ya di derbarê ku “dewlet ji bo Baskê pêdiviye an na” got ku teqez dewletek pêwîst e û wiha domand: “Ti hikumetekê pêşverû nikare di bin hikumeteke qirêj ku bi tevahî girêdayî kolonyalîzma Ewropayê ye û di bin otorîteya fînans kapîtal a talanker de ye, bixebite. Bi ya min li welatê Bask her projeya sosyalîst divê serxwebûnê biparêze.”

Çavkanî:

29.07.2013

www.labsindikatua.org

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …