Italy's Prime Minister Giorgia Meloni, as he meets Albania ’s Prime Minister Edi Rama at Chigi Palace, in Rome, Italy 6 November 2023. ANSA/GIUSEPPE LAMI

Îtalya penaberan dişîne Albanyayê

Îtalyayê bi Albanyayê peymaneke koçberan mor kir.

Bi vê peymanê, Îtalya wê koçberên ji Afrîkayê tên bişîne Albanyayê.

Her sal 36,000 koçber wê li Albanyayê bên bicîkirin.

Îtalya di meseleya penaberiyê de bi Albanyayê re peymaneke nîqaşbar mor kir.

Peyman duh di navbera serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni serokwezîrê Albanyayê Edi Rama de hat morkirin.

Bi vê peymanê, Îtalya wê koçberên ji Afrîkayê tên bişîne Albanyayê.

Îtalya ji bo vê wê li bakurê vî welatî du kampên koçberan ava bike.

Her sal 36,000 koçber wê li Albanyayê bên bicîkirin.

Meloni ku di 2022’an de hatibû ser kar, di kampanyaya hilbijartinê de soza tedbîrên hişk ên li dijî penaberiyê ragihandibû.

Lêbelê tevî vê jî, Îtalya di dema Meloni di warê pêşîgirtina pêla penaberiyê de bi ser neket.

145,000 koçber

Îsaş 145,000 kes ji Afrîkayê bi riya Derya Spî gihîştin Îtalyayê. Par ev hejmar 88,000 bû.

Îsaş 145,000 kes ji Afrîkayê bi riya Derya Spî gihîştin Îtalyayê.

Par ev hejmar 88,000 bû.

Peymana Îtalya-Albanyayê yekemîn peymana di meseleya penaberiyê de ye ku endamekî Yekitiya Ewrûpayê bi welatekî derveyî yekitiyê re mor kiriye.

Berî niha, Brîtanya ji bo koçberên bi Rûandayê re li hev kiribû.

Ev mesele li Brîtanyayê rastî reaksiyonan hatibû û dadgeheke li welêt bi biryarekê pêşî li şandina koçberan girtibû.

—————–

Daxuyaniya çapemeniyê ya serokwezîrên Îtalya û Albanyayê / Openonline.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ şîdeta li hember medyaya kurd şermezar kir

Sendîkaya Rojnamevanên Flaman VVJê derbarê serdegirtina televîzyonên kurd ên li Belçîkayê daxuyanîyekê weşand. VVJ di …