Hollanda êzîdiyan vedigerîne Başûrê Kurdistanê

Serwîsa Koçberî û Welatîbûnê ya Hollandayê (IND) îltîcaya êzîdiyan red dike û wan paş ve dişîne Başûrê Kurdistanê. Bi nêrîna IND’ê Herêma Federal a Kurdistanê ciyekî bi ewle ye û êzîdî li wir xwedî derfetên xwarin û cî ne.

Parêzerên îltîcayê li ser vê mijarê didin zanîn ku bi zorê vegerandina êzdiyan binpêkirina mafên mirovan e, ji ber ku êzidî komeke di bin tehdîtêne de ne.

Li gorî IND’ê êzdî li kampên penaberan ên li Başûrê Kurdistanê di nava evlehiyê de jiyane û lewma nikarin wekî komek di bin tehdîtê de bên hesibandin. Di nûçeya rojnameya Trouw a hollandî de hat ragihandin ku IND daye xuyakirin ku ji bo êzîdiyan ku demeke dirêj di kampên li Kurdistanê de mane polîtîkayeke taybet tuneye.

Parî Îbrahîm

Di dema erîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê ya di 2014’an de bi hezeran êzîdî hatibûn kuştin, hejmareke zêde dîl hatibûn girtin û bi sedhezaran jî koç kiribûn. Neteweyên Yekbûyî qirkirina êzîdîyan wekî jenosîd binavkiribû. Piraniya êzîdiyên ji Şengalê koç kirin li kampên Başûrê Kurdistanê bi cî bûn û parçeyek ji wan jî koçî welatên Ewrûpayê kirin.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dide xuyakirin ku rewşa li kampên ezîdiyan ne baş e û ligel mercên xerab. têra xwe alîkariya êzîdiyên rastî trawmayên hatine nayê kirin.

Konseya Penaberan a hollandî jî wekî UNCHR’ê diyar dike ku Hikumeta Herêma Kurdistanê êdî nikare alîkariya hejmareke zêde ya penaberan bike. Li aliyekî din, dadgehên holendî di derbarê serîlêdanên êzîdiyan de biryarên cihê didin. Di Adarê de dadgeha Laheyê di derbarê xortekî ku du sal in li kampa holendî de dima biryara paşveşandina Başûrê Kurdistanê girt. Lê dadgeheke li Arnhemê jî di heman mehê de di biryara xwe ya ji bo kesekî ji Başûrê Kurdistanê hatibû de diyar kir ku divê ev kes ji Hollandeyê neyê derxistin.

Damezrîner û Rêvebirê Weqfa Êzîdî ya Azad Parî Îbrahîm fikarên xwe yên li ser polîtîkaya Holendayê ya ji bo êzîdiyan anî ziman û wiha axivî: “Bi nêrîna me divê serwîsên koçberiyê yên ewrûpî serîlêdanên êzîdiyan red nekin. Pêdiviyên taybet ên kesên ji jenosîdê rizgar bûne hene û divê vê rastiyê bê qebûlkirin.”

Ev nûçe cara pêşiyê bi îngîlîzî di Kurdistan24’de hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …