Akademîsyenê kurd xelata Almanyayê wergirt

Akademîsyenê kurd  Feryad Fazil Omar yê ji Başûrê Kurdistanê li Almanyayê xelata liyaqetê wergirt.

Madalyaya Liyaqetê ya Federal a Almanyayê (Bundesvderdienstkreuz am Bande) xelata herî bilind e ku li ser navê Serokomarê Almanyayê tê dayîn.

Akademîsyenê kurd  Feryad Fazil Omar li Almanyayê xelata liyaqetê wergirt.

Ev xelat ji ber xizmetên wî yên ji bo ziman û çanda Kurdî û toleransa di navbera gelên cuda de bû para Omar.

Xelata liyaqetê di 21ê kanûnê de pêşkêşî Feryaz Fazil Omar hat kirin.

Bo minasebeta xelatdayinê li Zanîngeha Azad a Berlinê bernameyek hate lidarxistin.

Hejmareke akademisyen, nûnerên hikûmetên bajarê Berlinê û Kurdistanê tevlî vê civînê bûn.

Wezîra Zanist û Tenduristiyê ya Herêma Berlînê, Ulrike Gote di bernameyê de wiha axivî:

Ferhenga Almanî-Kurdî ya bi zaravayê soranî.

“Di civaka kurdên Almanya û Ewrûpayê de tu dengekî pir rêzdar û rexnegirî. Her weha rêz li te tê girtin weke dengeke helbestvanî yê miletê kurd wek dengekî ji bo ziman û edebiyata xwe, we pirtûkên xwe yên helbestan û weşanên xwe yên bi kurdî çap kirin û wergerandin Almanî. Ji bo vê xizmeta we kirî, ez xelata Madalyaya Xizmeta Federal pêşkêşî we dikim.

Madalyaya Liyaqetê ya Federal a Almanyayê (Bundesvderdienstkreuz am Bande) xelata herî bilind e ku li ser navê Serokomarê Almanyayê tê dayîn.

Ew xelata bi prestîj a Komara Federal a Almanyayê ji sala 1951an ve tê dayîn û li ser 8 ast û kategoriyan de tê dabeşkirin.

Berî niha jî hin kurdên li Almanyayê di warên entegrasiyon, pêkvejiyan, toleransê û akademiyê de hêjayî wê xelatê hatibûn dîtin.

Kî ye Feryad Fazil Omar?

Omar, du ferhengên mezin ên almanî-kurdî û kurdî-almanî bi zaravayên kurmancî û soranî hatin amadekirin, weşandin.

Ferheng ji 200 hezar peyvan pêk tên û ji bo amadekirina wan lêkolîner 20 sal xebatê kiriye.

Feryad Fazil Omar di1959’an de li Silêmaniyê ji dayik bûye û li Zanîngeha Bexdayê xwendî ye.

Di sala 1983an de ji Departmana Zimanên Îranî ya Zanîngeha Azad a Berlînê doktoraya xwe werfgirt û li wir dest bi mamosteyiyê kir.

Feryad Fazil Omar di sala 1988an de Enstîtûya Xwendina Kurdî li Berlînê ava kir.

Wergera Mem û Zîn a bi zimanê almanî.

Wî, Mem û Zîn a Ehmedê Xanî wergerand zimanên almanî û îngilîzî.

Omar, paşê du ferhengên mezin ên almanî-kurdî û kurdî-almanî bi zaravayên kurmancî û soranî hatin amadekirin, weşandin.

Ferheng ji 200 hezar peyvan pêk tên û ji bo amadekirina wan lêkolîner 20 sal xebatê kiriye.

Omar ji bilî zimanê kurdî, bi zimanê Îranî yê kevn a Avestayê, erebî, ermenkî, îngilîzî û almanî jî dizane.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …