Ji partiya îtalî daxuyaniya piştgiriyê

 

 

Partiya Azadiya Ekolojiyê ya Çep (SEL) a Îtalyayê bi armanca şermezarkirina komkujiya li Sirûcê (Pirsûs) daxuyaniyekê da. Di daxuyaniya 25’ê Tîrmehê de hat îfadekirin ku SEL êşa malbatên kesên di bûyerê de hatibûn kuştin û hemû aktîvîstên sosyalîst parve dike. Daxuyanî ji aliyê kordînatorê neteweyî yê partiyê Nicola Frattoianni û serokê koma parlamentoyê Arturo Scotto ve hatin îmzekirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku SEL “di şerê ji bo mafên civakî û siyasî yên li Tirkiyeyê û li hemû Rojhilata Navîn de” destekê dide HDP’ê û hat gotin ku “em nêzîkî hemû mirovên e ku ji bo jiyaneke cuda û rast şer dikin lê li ser riya xwe rastî hovîtiya kesên ku ji hêzê, serdestiyê, otorîteriyê, faşîzmê pêve tiştekî din nizanin, tên”

SEL di daxuyaniya xwe de pê de çû got ku kolonyalîzma çekdarî ya DAIŞ’ê wê nikaribe li ber “wêrekî, heskirina jiyanê, biryardariya gelê kurd ku ceribandina xwe ya xwerêvebirinê û konfederalîzma demokratîk a Rojava diparêze” bi ser bikeve û “ti tiştekî din wê nikaribe têkbirina barbariyê ji aliyê daxwaza ji bo rizgariyê asteng bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de li ser polîtîkayên dewleta tirk a li dijî Kobanê û rola wê ya di bûyera Sirûcê de hat sekinandin û hat diyarkirin ku wê Azadiya Ekolojiyê ya Çep “bi armanca rasterast destekdayina gelê kurd ê li Rojava, her tiştê ku ji destên wê tên wê di nava Parlamentoya Îtalyayê de bike” û ew dixwaze di gava yekemîn de ji bo vekirina “qenaleke humanîter a di bin kontrola kontrola navneteweyî de ku wê destûrê bide alîkariya ji bo jinûvedamezrandina Kobanê” bigihîje Kobanê, veke.

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …