Îndonezya di 1949an de bû serbixwe

Îndonezya serxwebûna xwe ji Holandayê di 27ê kanûna pêşîn 1949’an de bi dest xist.

Beriya vê jî, di 2yê Mijdara 1949an de Peymana Den Haagê ji bo serxwebûnê di navbera Îndonezya û Holandayê de hatibû morkirin.

Îndonezya serxwebûna xwe ji Holandayê di 27ê kanûna pêşîn 1949’an de bi dest xist.

Şandeyeke ji Îndonezyayê di vê rojê de li Amsterdamê bi hukumeta Holandayê re rûnişt.

Holanda di hevdîtina heman rojê de qebûl kir, erka serxwebûnê dewrê Îndonezyayê bike.

Beriya vê jî, di 2yê Mijdara 1949an de Peymana Den Haagê ji bo serxwebûnê di navbera Îndonezya û Holandayê de hatibû morkirin.

Holanda ne tenê ji ber serfiraziya şerê rizgariya Îndonezyayê serxwebûna vî welatî naskir.

Amerîka ji bo serxwebûna Îndonezyayê qebûl bike zextan li Holandayê kir.

Proseya dagirkirina Îndonezyayê ya ji aliyê Holandayê

Washington diyar kiribû, eger ev pêk neyê ew ê alîkariya Marshall a ji bo Holandayê bide sekinandin.

Amerîka dixwest Îndonezya nekeve bin kontrola komunîstan û di bin rêvebiriya Sukarnoyê netewperest de bigihîje serxwebûnê.

Komkujiyên Holandayê

Di 2021’an de serokwezîrê Holandayê Marc Rutte komkujiyan lêborînê ji Îndonezyayê daxwaz kir.

Tevgera rizgariya Îndonezyayê di 1945’an de serxwebûnê ragihandibû.

Holanda vê qebûl nekiribû û di encama operasyonên artêşa holandî de ji 100 hezarî zêdetir Indonezî hatibûn kuştin.

Di 2021’an de serokwezîrê Holandayê Marc Rutte komkujiyan lêborînê ji Îndonezyayê daxwaz kir.

Piştî serxwebûnê, 300,000 îndoneziyên holandîaxêv, 6,000 kes ji civaka çînîaxêv û 12,000 xristiyanên ji Moluccasê ji neqlî Holandayê hatin kirin.

Infowelat

————————

Foto: Hevdîtina şandeya Holanda-Îndonezyayê ya 27ê kanûna pêşîn 1949 a li Qesra Damê ya Amsterdamê. /Wikimedia Commons

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …