Amerîka dixwaze pêşî li koçberan bigire

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo meseleya pêla koçberiyê çû serdana Meksîkayê.

Di hevdîtinê de şandina qismek koçberan ji bo başûrê Meksîkayê û zêdekirina kontrola riyên hesînî yên Meksîkayê jî hat gotûbêjkirin.

Amerîka ji bo ji krîza koçberiyê re ya ber bi sînorên xwe çareyekê bibîne di nava hewldanan de ye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo vê meseleyê çû serdana Meksîkayê.

Şêwirmenda Ewlekariyê ya Amerîkayê Elizabeth Sherwood-Randall di vê serdanê de ligel Blinken ciyê xwe girt.

Herdu dîplomatên payebilind ên amerîkî bi serokwezîrê Meksîkayê Manuel Lopez Obrador re hevdîtinekê kirin.

Di hevdîtinê de şandina qismek koçberan ji bo başûrê Meksîkayê û zêdekirina kontrola riyên hesînî yên Meksîkayê jî hat gotûbêjkirin.

Beriya vê serdanê, serokê DYAyê Joe Biden bi telefonê bi lîderê Meksîkayê re axivî bû.

Herdu lîder ligel rêûbazên kontrolkirina pêla koçberiyê, jinûvevekirina çend deriyên li ser sînorên Amerîka-Meksîkayê jî gotûbêj kiribûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di hefteyên dawî de pêla koçberiya ber bi Amerîkayê ji nişkave zêde bû.

Heftane nêzîkî 10,000 koçber li ser sînor ji aliyê parazvanên sînor ên Amerîkayê ve tên destgîr kirin.

Amerîka radigihîne, di sala 2023’an de 3,2 milyon kes derbasî nava welêt bûne û serî li mafê penaberiyê dane.

Par, kesên daxwaza penaberiyê ji Amerîkayê kiribûn 2,7 milyon kes bûn.

Biden polîtîkayê guherand

Qesra Spî di cotmehê de biryar dabû, projeya dîwarê li ser sînorê Meksîkayê careke din ji nû ve bide destpêkirin.

Biden dema hatibû ser kar, vê projeya Trump dabû sekinandin.

Lîderê amerîkî Joe Biden di demên dawî de polîtîkaya hukumeta xwe ya ji bo pêla koçberan hişktir kiribû.

Qesra Spî di cotmehê de biryar dabû, projeya dîwarê li ser sînorê Meksîkayê careke din ji nû ve bide destpêkirin.

Biden dema hatibû ser kar, vê projeya Trump dabû sekinandin.

Lêbelê Bidenê ji bo sala pêş hesabê hilbijartina serokatiyê dike, niha polîtîkaya ji bo koçberiyê dişidîne.

Li aliyekî din, Biden bi mebesta domandina aîlkariya ji bo Ukraynayê, pêdiviya wî desteka wekîlên Partiya Komarger ên di Kongereyê de heye.

Partiya Komarger ji bo vê destekê, ji Biden dixwaze polîtîkaya ji bo penaberiyê hişktir bike.

Ev partî qebûl nake, hukumeta Biden rojane mafê penaberiyê bide ji 5,000î zêdetir kesan.

Infowelat

Foto: Hevdîtina şandeyên Amerîka û Meksîkayê /Foto: Eluniversal.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …