Michael L. Chyet: ‘Divê zarokên kurdan bi her du zaravayan bizanin’

 

Zimanzan Michael L. Chyet li ser zimanê kurdî û tiştên divê bê kirin duh ji bo Rûdaw TV axivî. Di hevpeyvîna hatiye kirin de ji bo başûrê Kurdistanê ew alîgirê parastina her du zaravan e û wisa dibêje: “Ew zarava gere wekhev in. Ne ku em bibêjn soranî baştir e. Divê zarokên kurdan bi her du zaravayan bizanibin. Gelek gundî hene bi gelek zimanan dizanin. Ew gundî nikarin bixwînin lê bi zimanan dizanin. Ger ew kesên nexwende dikarin tiştek wisa bikin, kesên xwende çima nikaribin tiştên wisa bikin?”

Zimanê zikmakî yê Chyet îngilîziye û ew îngilîzî niha li dinyayê hakim e, gelek zimanan winda dike. Ew ji ber vê yekê nerazîbûnê nîşan dide û dibêje: “Îngilîzî dikare hemû zimanên dinyayê daqurtîne lê ez nahêlim, ez dixwazim zimanên din biparêzim.”

Ji bo divê kurd çi bikin jî Michael L. Chyet van gotina tîne ziman: “Divê kurd bi zimanê xwe serbilind bin, bi zarokên xwe bidin xwendin û axaftin. Bila hînê îngilîzî jî bibin lê bila zimanê xwe îhmal nekin. Ez naxwazim kurd zimanê xwe biavêjin û bibêjin em bi îngilîzî biaxivin. Ez tiştek wisa naxwazim. Divê kurd bi zimanê xwe serbilind bin, bi zarokên xwe bidin xwendin û axaftin û pê binivîsin.”

Li ser pirsek jî Chyet hêrs dibe û dibêje: “Ger hûn dixwazin kêfa Enqereyê bînin wisa bikin, ez nehatime dinyayê ku kêfa Enqereyê bînim. Ez bi kurdan re bi tirkî naaxivim, ez bi wan re bi kurmancî diaxivim.”

Çavkanî: Diyarname.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …