Golan vediguhere navenda alozîyê

Girên Golanê piştî êrişa dawî vediguhere navenda alozîyê ya di navbera Îsraîl û Hîzbulahê de.

Piştî êrişê, Îsraîlê sonda tolhildanê xwar û ev jî tirsa şerekî nû ya Îsraîl-Hîzbulahê anî rojevê.

Girên Golanê herêmeke di navbera Îsraîl û Sûrîyeyê de ye ku di şerê 1967an ketibû bin kontrola Îsraîlê.

Girên Golanê piştî êrişa dawî vediguhere navenda alozîyê ya di navbera Îsraîl û Hîzbulahê de .

Hîzbulah roja şemîyê êrişî vê herêmê kir û bû sebeba kuştina 12 zarokên durzî.

Piştî êrişê, Îsraîlê sonda tolhildanê xwar û ev jî tirsa şerekî nû ya Îsraîl-Hîzbulahê anî rojevê.

Bi van geşedanên dawî, meseleya Girên Golanê careke din ketin rojeva cîhanê.

Girên Golanê herêmeke di navbera Îsraîl û Sûrîyeyê de ye ku di Şerê Ereb-Îsraîl a 1967an ketibû bin kontrola Îsraîlê.

Herêm ji alîyê bakur digihîje Libnanê û li başûr ve jî bi Urdunê re xwedî sînoreke biçûk e.

Di 1974an de di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de li herêmê devereke ewlehîyê ya di navbera Îsraîl û Sûrîyeyê de hat avakirin.

Îsraîl vê herêma ku piranîya nifûsa wê ji durzîyan pêk tê, di 1981an de îlheq kir.

Ev biryar ji alîyê welatên ereb û qada navneteweyî ve ya nehat qebûlkirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 2019’an de bû welatê yekemîn ku îlheqkirina vê herêmê qebûl kir.

Çima Golan giring e?

Golan ji alîyê avê ve xwedî çavkanîyên dewlemend e û li ser rêya paytexta Sûrîyeyê Şamê ye.

Ji vê pê ve, ji Golanê herêma Galîle û Gola Galîle ya di nava sînorên Îsraîlê de dikarin bên kontrolkirin.

Lewma jî Îsraîl naxwaze terka herêmê bike û herwiha Sûrîye jî daxwaza xwe ya ji bo jinûvebidestxistina herêmê didomîne.

Girên Golanê/Wikipedia

Berfirehbûna erdên Girên Golanê 1,800 km2  li herêmê 40-50 hezar mirov dijîn.

1,600 km2  di ji alîyê Îsraîlê ve hatîye dagirkirin û bi qasî 200 km2  jî di bin kontrola Sûrîyeyê de ye.

 20-25 hezarî nifûsa herêmê ji durzîyên ereb û yên mayî jî ji cihûyan pêk tê.

————————————————-

Foto: Dîmenek ji Girên Golanê/Wikipedia

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Beledîyeyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê hatin desteser kirin

Dewleta tirk îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke …