Enstîtuya Kurdî ya Lozanê hat damezrandin

Sazîya bi navê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di 4ê gulanê de bi resepsîyonekê hat vekirin.

Di bernameyê de bi kurdî û fransî deklerasyon û armancên Enstîtuya Kurdî ya Lozanê hatin ragihandin.

Hat dîyarkirin, armanca sereke ya sazîyê parastina mafên neteweyî yên kurdan e.

Enstîtuyeke kurdî ya din li Ewrûpayê dest bi kar kar kir.

Navenda vê enstîtuyê bajarê Lozanê ya li Swîsreyê ye.

Sazîya bi navê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di 4ê gulanê de bi resepsîyonekê hat vekirin.

Gelek nivîskar, akademisyen, nûnerên hin rêxistinan û nûnerên saziyên li diyasporayê tevlî resepsiyonê bûn.

Di bernameyê de bi kurdî û fransî deklerasyon û armancên Enstîtuya Kurdî ya Lozanê hatin ragihandin.

Di belgeya deklerasyonê de hat dîyarkirin, armanca sereke ya sazîyê parastina mafên neteweyî yên kurdan e.

Bernameya avakirina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê/Rudaw

Deklerasyona avakirina enstîtuyê

Belgeya di resepsîyonê de hat xwendin wiha ye:

 “Dê Universiteya Kurdî li Ewrûpayê were avakirin”

“Îro, ji bo diyarkirin û parastina mafên neteweyî, hebûna çandî û sîyasî ya miletê Kurd, bi berpirsiyariya dîrokî û hişmendiya neteweyî, em avakirina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê radigihînin.

Çima Lozan, Çima Niha?

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê navê xwe ji Peymana Lozanê ya 1923yan werdigire, ku bi wê, mafê çarenûsê yê miletê Kurd bi awayekî sîstematîk hat înkarkirin. Kurd, bêdewlet man.

Ev nav ji bo me ne sembola reddiyeyekê ye, ya rûbirûbûn, ji nû ve avakirin û vejînê ye. Ji ber vê yekê Enstîtû, li warê înkarê hatiye damezrandin, ji bo heqîqeta hatiye çewisandin ji nû ve ava bike, gava xwe ya yekem li vir avêtiye.

Enstîtuya me, ji bo şikestina dîrokî teşhîr û derbas bike, wek hemleyeke entelektuel û sazûmanî ava bû.

Şêmûga demkî: Sedsala bêdengiya dîrokî

Rejima înkar, parçebûn û bêdengiyê ya Peymana Lozanê ji sed salî zêdetir bi miletê Kurd da jiyandin, êdî bi dawî dibe.

Veguherînên li Rojhilata Navîn yên piştî 2023yan, zimanê têkiliyên Kurdan yên navxweyî û yê huqûqa navneteweyî vediguherîne. Enstîtu berhema wê vîzyonê ye ku vê momenta dîrokî dibîne û vediguherîne pêşengiyeke hizrî.

Mîsyon û Armancên me

Armanca esasî ya Enstîtuya me, parastina mafê çarenûsê yê neteweya Kurd ji alîyên dîrokî, huqûqî û siyasî ve û di astên sazûmanî û şêwazên meşrû de amadekirina asta hizrî ye.

Di vê kontekstê de, pirsgirêkên nasname, ziman, çand û azadiyê yên Kurdan, xalên sereke yên xebat û lêkolînên Enstîtuyê ne.

Karkirina wek navendeke hizrî (Think-tank) ku di asta herêmî, neteweyî û navneteweyî de li ser Kurdan û Kurdistanê lêkolînan bimeşîne û di maweya dirêj de, avakirina Universiteya Kurdî li Ewropayê, pêkanîna saziyeke xwedî xweseriya akademîk ku bikare zanîna gerdûnî û zanist, huner û hizra Kurdî bigihîne hev, amancên Enstîtuyê ne.

Ji parçebûnê ber bi yekbûnê: Îradeyeke gettoyan derbas dike Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, derbaskirina gettoyên parçeyan yên di nav Kurdan de ku bi parçebûna dîrokî pêk hatiye, bi yekîtiya neteweyî nûbûneke zîhnî û sazûmanî esas digre.

Sîstema damezrêner û rêvebirî ya Enstîtuya me, xwe dispêre îradeya pêşeng ji hemû parçeyên Kurdistanê. Ev terkîb siberoja yekgirtî ya miletê Kurd di mustewaya zihnî û kiryarî de temsîl dike.

Tenê ne li hember gettoyên li nav Kurdan, di heman demê de li hember gettoyên sosyal yên li welatên Kurd lê dijîn derdikeve, li ser esasê yekbûn, xwebawerî û entegrasyonê hebûneke neteweyî teşwîq dike.

Li Lozanê bangewaziyeke dîrokî: Komxebata Navneteweyî

Li gor vê vîzyonê, em bi dilxweşî û bibiryar radigihînin, di salvegera Peymana Lozanê de,

Temûza 2025an, bi pêşengiya enstîtuya me, em ê li Lozanê bi beşdarîya akademisyen, hiqûqnas û siyasetmedaran bi navê “Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan” komxebatekê pêk bînin. Ev komxebat, di mekana înkara dîrokî de, wê bibe platformek ku dengê lêgerîna me ya azadiyê û hêza hizrî bigihîne cîhanê.

Swîsre: Hevkarî û Dahatuyeke Hevbeş

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, Swîsreyê tenê weke merkez û mekanekê nabîne, weke mînaka azadiya fikrî, pirdengiya siyasî û demokrasiya pêşketî dibîne.

Enstîtuya me, bi civaka Swîsreyê û cîhana çandî ya vî welatî re yekparebûnê esas digre.

Li ser vî esasî, em bi dilgermî spasiya dostên Swîsreyî, saziyan û raya giştî dikin ku bi taybet di prosesa avakirina Enstîtuyê de piştgiriya me kirin.

Saziyeke ji dîasporayê wêdetir

Bi vê deklarasyonê, em tenê ne enstîtuyekê, di heman demê de, di meşa miletê Kurd ya azadiyê de, destpêkirina qonaxeke nû ya hizrî radigihînin.

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, saziya fikrî, zanistî, çandî û akademîk ya neteweyeke kevnar e.

Em bangewaziyê li hemû rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û neteweperwerên Kurd dikin ku bibin parçeyek ji vê hewldanê.”

Nûçeya Rudawê ya li ser vê mijarê esas hatîye girtin 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …