Giringiya zimanî û fenomena man û nemana zimanan

Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan 

Li bajarê Amedê 300 hezar xwendekar hene ez ji we ra bêjim li seranserê Turkîyê tenê 21 hezar xwendekar xwestin ku dibistan bi zimanê kurdî be, ev tiştekî pir hindike , çima gelo ji kurdî hez nakin ? Na, ji ber ku kurdî bi kêrî wan nayê

Pirsgirêk: man û nemana zimanan

  • Ziman yan bi pêş ve dikevin, yan dimirin, lewre rastiya jiyanê ye ku ziman hevdu tune dikin, ziman tên avêtin.
  • Pîvanên mayin û mirina zimanan
  • Pîvanên man û nemana zimanan
  • Şerrê zimanan (serdestî, bindestî minaka kuro, lawik)
  • Minaka zimanê kurdî yê ku di bin gefê de ye
  • Nebên an kembûna tegihîştin û plansazîyeke zimani

Ziman û rola wî ya bîra civakî

  • Heger ziman bîrê ji bi xwe re vediguhêzîne û embara tecrubeyên mirovahiyê ye, hinge wendakirina zimanekî, dibe wendakirin û jidestdayina hemû bîra xwe û naskirina xwe a dunyayê û jiyanê.
  • Ji ber wê ye ku wendakirina her zimaneki têkçûyîna parçeyek ji hemû bîr û tecrûbeya mirovahiyê ye.

Çend ziman?

Îroj li ser rûyê dunyayê, derdora 6750 ziman hene. Nêzî 3000 ziman li ber mirin û wendabûnê ne. Her ji du hefteyan, zimanek dimire.

Dawiya sedsala 21’ê nêvî ji zimanên heyî li holê naminin, tenê 20 ziman hene ku siberoja wan teqez e

Mînak, Weke zimanê Almanî, Fransî, Inglîzî, Arabî

  • Divê were zanin ku şerê di nava zimanan de her heye, kolonîzasyon û dagirkirin ne bi tenê dagirkirina xakekê ye, lê dagirkirina mêjiyan e jî. Armanc ew e ku li cem bindestan hezkirina ziman û çanda serdest were peydakirin.

Fenomena mirina zimanan

Ziman hevdu qels dikin û di rewşên pirzimanîyê de, xwe li ser hevdu ferz dikin an ji hevdu bi temamî ji hole radikin.

Fenomena mirina zimanan ji berê de hebû, lê di jiyana modern de ev pêvajoya wendabûna zimanan lezgîntir bûye.

  • Koçberî
  • Şerrên etnîkî
  • Bazar û kar îstihdam
  • Prestîja zimanine din ku zimanên serdest in
  • Dewletên ku li ser yeknetewe û yekzimaniye ava bûne
  • Îdeolojîyên faşîzan di nava zimana û di nava zaravayan de
  • Xemsariya Il hember zimanê xwe

Zimanê hevpar û zimankuji

Zimanê bazarê û peywendiya bi kesên din re, axêverên zimanên cuda ber bi terciha zimanekî hevpar ve dibe da ku peywendî hêsantir bibe.

Zimanê hevpar ji aliyê rêveberiyan ve li ser xelk û axêverên zimanên din ji xwe ber û bi awayekî xwezayî ve tê ferzkirin.

Hingê pişaftineke bi xwezayî jî û bi darê zorê peyda dibe.

  • Marjînalîzekirina zimanê bindest.
  • Favorizekirina zimane serdest ji bo kar û perwerdehîyê, weke xelatkirina axêverên zimanê serdest, weke hezkirina ji nivîskarên ku bi zimanê serdest dinîvîsin. Konfor û rehetiya zimanê serdest.
  • Avakirina hezkirina zimanê serdest li cem bindestan bi rêya jiyana karî.
  • Ev hezkirin, bi rêya huner, wêje, sinema, muzik û hwd ve dewam dike.
  • Gîhayê hewşê êdî tahl dibe.

Ziman û man û neman

Mirov çawa dizane ku zimanek li ber mirinê an wendabûnê ye?

Zimanên ewle: hemû cil û nifş pê dipeyivin

Zimanên hessas; zarok pê dipeyivin, lî ne li seranserê jiyanê; bikaranîna wî zimanî sînordar e, weke mînak “tenê zimanê nava male” ye.

Zimanê di xeteriyê de: zarok fêrî wî zimani nabin, an jî ne zimanê wan ê yekem e: an ji zarok jê fahm dikin, lê pê napeyivin.

Zimanê ku di xeterîya dijwar de ye: kal û pîr pê dipeyîvin, dê û bav je fahm dikin, lê wî zimanî fêrî zarokên xwe nakin: qutbûyînê dest pê kiriye

Zimanê ku li ber mirinê ye: tenê kal û pîr dizanin, lê ew jî yan baş bi wî zimanî nizanin yan jî kêm pê dipeyivin, weke brotoni

Zimanê mirî: Kes êdî pê napeyîve, weke latînî, weke Pehlewî

Fenomena mirina zimanan

  • Ziman bi perwerdehîyê ve ji mirinê xilas nabin.

Minak: li bajarê Amedê 300 hezar xwendekar hene ez ji we ra bêjim li seranserê Turkîyê tenê 21 hezar xwendekar xwestin ku dibistan bi zimanê kurdî be, ev tiştekî pir hindike , çima gelo ji kurdî hez nakin ? Na, ji ber ku kurdî kêrî wan nayê, ê ku ez ji were bêjim min tenê di jiyana xwe de 21 hezar hokirine zimanê Kurdî.

  • Derfetên kar û îstihdamê ji bo wî zimanî divê werin avakirin.
  • Ew ziman divê bibe zimanê peywendiyên civakî, bazirganî, hunerî û sîyasî û hiquqî û rêveberiyê jî.
  • Divê di nava wezaretên çandî û perwerdehîyê de, xemxwiriyeke ciddî li ser mijara zimanî hebe.
  • Heger ev nebin, zimanê ku li şûna zimanê te dibe zimanê hevpar de bi demê re zimanê te ji holê rake.

Pîvana man û nemana zimanekî

▷ Ji bo jiyandina zimanan, pîvan zarok in, heger zarok fêrî zimaneki nebin, û listikên xwe bi wî zimanî nelîzin, û siberoja wan a çandî û aborî ne li

ser zimanê pêşiyê wan be, ew ziman hingê li ber mirinê ye.

Lê, ev ne sûcê zarokan e, sûcê mezinan e, sûcê dê û bavan e, sûcê revebiran e. Lewre mirov çi fêrî zarokan bike, ew wê distînin.

Hingê, divê were qebûlkirin ku qelsîya zimanekî sûc e û di stûyê rêvebirên civakê de ye.

Zarokên mirov çi bin, mirov ew e.

Pîvana man û nemana zimanekî, di rewşa heyî de, lêkolîneran li ser vê pîvanê li hevdu kiriye.

Ziman divê bibe zimanê fermî, zimanê rêveberiyê, zimanê hiqûqê bi qanûnan were parastin.

  • bibe zimanê perwerdehîyê,
  • bibe zimanê kar û îstihdamê
  • bibe zimanê bazarê,
  • bibe zimanê çand û huner û sporê.
  • bibe zimanê rewşenbirîyê,
  • bibe zimanê civakî,
  • bibe zimanê çandinîyê,
  • bibe zimanê zanistî û teknîkî
  • bibe zimanê sîyasî

Rewşa zimanê kurdî

Zimanê kurdî di nava xeterîyê û xeterîya dijwar de ye.

Li Bakur, nezî 5 Kurdan 2 Kurd edî bi kurdi nizanin.

Rojhilat, rewş kêmtir xeternak e, lê parastina kurdî nîne.

Li Ewropayê pir kêm zarokan Kurdan bi kurdi dizanin.

Tenê li Başûr û Ii Rojava derfetên parastina siberoja zimanê kurdî hene.

Li Ewropa û li Bakur li Rojhilat, ew xetereya mirinê weke şîrekî li ser zimanê kurdî ye.

Hingê barê stûye Başûr û Rojava dibe berpirsîyarîyeke Ii hember hemû Kurdan.

Zimanê kurdî û zaravayên wê

Ji bo kurdî behsa sê komên zarevayan tên kirin, lewre lêkolinan hîn bi zelalî danenîye ka kijan awayê axêftina kurdî zarava ye an devok e an jî zimanekî cuda ye.

Weke minak, Swêdî û Norwêcî ji hevdu fahm dikin, ji ber ku heman ziman e, lê belê bi awayekî sîyasî ve du zimanên cuda li du welatên cuda ne. Hingê gava ku bi awayekî îdarî û sîyasî ve ziman û devok ji hevdu cuda dibin.

Kes ji Fransîya Kanadayê an Belçîkaye an Swisreyê re nabêje ku fransiyeke cuda ye, digel ku fransiya Kanadaye dikare di terciha peyvan de ji fransiya Ewropayê gelekî cuda be jî.

Derd ev e, lê derman çi ye?

  • Zimanê bêxwedî dê her bimire.
  • Herêmên ku desthilatdarîya Kurdan lê heye, weke Başûr û Rojava, îroj tenê

ew dikarin bi plansaziyeke ciddî deynin berxwe, lewre tenê li van her du herêman Kurd xwediyê biryarê ne.

  • Li deverên din, plansazîya zimanî nikare bi ser bikeve, lewre zimanê serdestan di jiyana mirov de zêde çalak e.

Plansazîya ciddî, çima?

Rewşa Kurdan: Ii çar parçe û gelek welatên Ewropa û Amerîka û Asyayê, di rewşa sîyasî de xetereyên li ser zimanê kurdî

  • Bi deste welatên serdest ve: Tirkiye, Iran, Iraq û Sûrîyê,
  • Bi destê Kurdan bi xwe ve: xefere û şerrê nava zaravayan
  • Pejirandina asîmîlasyonê: otoasîmiîtasyon. ji ber favorîzekirina zimanê serdest di nava jiyana kar û çandî û perwerdehî û bazirganî û siyasetê de.
  • şerê li ser rêzîman û rastnivîsê ku xetereyeke mezin ê li pêşiya siberoja kurdî.

Di rewşa penaberî û koçberiyê de xetereyên li ser zimanê kurdî

  • Bi reya xwezayî ve: welatên penaberiyê
  • Bi destê Kurdan ve otoasimilasyon (xwepişaftin) û hezkirina zimanine din, kêmdîtina ziman û çand û diroka xwe.
  • Bêciddiyetiya siyasî û neteweyî ku sûcekî mezin e û divê were teşhîrkirin

Sîstemên alternatîf an paralel?

 

Malbat

  1. Civak
  2. Derdor

Dibistan

  1. Fermî
  2. Olî

Medya

  1. TV
  2. Radyo
  3. Internet
  4. Kovar û Rojname
  5. Weje û huner

Çima?

Da xelq-i nebêjitin ku: Ekrad

Bê marifet in, bê esl û binyad

Şûrê hunera me bête danîn

Qedrê qelema me bête zanîn

Lê hêvî dikim ji misteîdan

Herfan negirin li mistefîdan

Ev name eger xirab e, ger qenc

Kêşaye digel wê me dused renc

Ger hebûya me ji xwedanek,

Alikeramek, letifedanek

Plansaziyeke ciddî: rêveberî

Piştî ku rêveberî kirasê zimanî li xwe bike û bazara aborî bi kurdî deyne, divê projeyên li ser berfirehkirina derfetên kurdî û perwerdehîya werin finansekirin.

Komisyonên avakirî, divê li ser bixebitin ka gelo zarok û ciwan çawa dikarin ji vî zimanî nêz bikin, Weke minak:

  • çêkirina stran û timên ji bo zarok û ciwanan.
  • dayina xelat ü bûrsan ji bo zarokên ku baş bi kurdi dipeyîvin.
  • avakirina karen ku tenê bi kurdî mirov bikare bike:
  • avakirina metodên lezgîn û xurt ku bala zarokan bikêşîne;
  • çavdêrî û avakirina sîstemeke pedagojîk ji bo perwerdehî û hezkirina zimanê kurdî û zarava û alfabeyên wê li dibistanan, li bazaran, li nava sîyaset û rewşenbîriyê, li ser internêtê û tora civakî

Dawî

  • Muhendisiya zimanî û rêveberîya civakî ya zimanî ne heman tişt in.
  • Mirov dikare derfetên civakî û aborî ji bo zimanekî ava bike.
  • Bikaranîna derfetên nûjen û teknîkî mecbûre ku li ser standartekê be.
  • Standart bi awayekî xwezayî çêdibin. Û standarta kurdî ji bo hemû zaravayên kurdî heye.
  • Teknîker û Zimannas divê bi hevdu re bixebitin da ku encamên kêrhatî bi dest bixin.

Gotar di konferansa “Di dîjîtalîzasyonê de bikaranîna zimanê Kurdî” ya li Dresdenê hatîye pêşkêşkirin. 

Foto: Îbrahîm Seydo Aydogan/Radio Prag International

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …