Gelo Pyongyang testa ICBMê kir?

Rêvebiriya Pyongyangê vê sibehê testeke din a fuzeyan kir.

Vê carê beriya Koreya Başûr, Japonya li defa hawarê da û kete nava alarmê.

Koreya Bakur testên xwe yên fuzeyan bû navber didomîne.

Ev jî li herêmê aloz bêîstikqrariyê bi bayê bezê kûrtir dike.

Piştî du ceribandinên di rojên dawî de, rêvebiriya Pyongyangê vê sibehê testeke din a fuzeyan kir.

Di vê testê de fuzeyên balîstîk hatin bikaranîn.

Vê carê beriya Koreya Başûr, Japonya li defa hawarê da û kete nava alarmê.

Japonyayê ragihand, yek ji fuzeyan di ser erdên wê re firiyaye û paşê ketiye nava Okyanûsa Pasîfîkê.

Lê paşê Tokyo got, fuze di ser Japonyayê re nefiriye û ketiye nava Deryaya Japon.

Lê digel vê jî serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida di daxuyaniya xwe de bi gotinên giran Koreya Bakur şermezar kir.

Kishida got ji ber testên li ser hev ên fuzeyan Koreya Bakur tu carî nikare bê efûkirin.

Di destê Koreya Bakur de Fuzeyên Balîstîk ên Nav-Parzemînî (ICBM) jî hene ku menzîla wan bi qasî 5500 km ye.

Hin çavkaniyên leşkerî yên Japonya û Koreya Bakur ragihandin, bi îhtimaleke mezin di testa dawî de roketeke ICBM jî hatiye bikaranîn.

Ev çavkanî îdîa kirin, bi îhtimaleke mezin ev testa Pyongyangê bi ser neketî ye.

Ev roket wekî Fuzeyên Balîstîk ên Nav-Parzemînî tên pênase kirin û menzîla wan bi qasî 5500 km ye.

Koreya Başûr çi kir?

Rêvebiriya Seulê ji ber testên dawî yên Koreya Bakur û bi Amerîkayê re gotina xwe kir yek biryara domandina tetbîqata hewayî ya her du welatan da.

Li gorî biryarê, qada vê tetbîqata di nava sînorên Koreya Başûr de tê lidarxistin wê bê berfirehkirin.

Koreya Başûr piştî testa pêr a Pyongyangê, ji bo bersivê çend fuzeyan avêtibû nêzîkî erdên Koreya Bakur.

Testên fuzeyan a Koreya Bakur

Koreya Bakur di çend rojên dawî de ev 3 car in testên fuzeyan dike.

Di testa duyemîn de artêşa vî welatî 23 fuzeyên ku hin ji wan balîstîk bûn bi kar anî bû.

Yek ji fuzeyan nêzîkî sînorên Koreya Bakur li nava deryayê ketibû û ev jî bûbû sebeba alarmê.

Pyongyang diyar dike, testên wê yên fuzeyan bersiva ji bo tetbîqatên hevpar ên Amerîka û Koreya Başûr in.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Almanya qerta pereyan wê bide penaxwazan

Fatoş Demirtaş  Almanya wê êdî di dewsa pereyan de qertekê bide penaberan. Hikumet radigihîne, bi …