Japonya ji ber fuzeyekê ket nava alarmê

Koreya Bakur ji ser Japonyayê ve fuzeyek balîstîk ceriband

Fuzeya ji ser Japonyayê re derbas bû paşê ket nava Okyanûsa Pasîfîkê.

Ev jî  di navbera Tokyo û Pyongyangê de bû sebeba aloziyê

Li herêma Asya-Pasîfîkê aloziyên di navbera cîranên dijber de dîsa kûr dibe.

Vê carê ceribandinên fuzeyan ya Koreya Bakur bû sebeba bêaramiyê.

Koreya Bakur piştî demekê, fuzeyeke din a balîstîk test kir.

Fuzeya ji ser Japonyayê re derbas bû paşê ket nava Okyanûsa Pasîfîkê.

Japonya ji ber testa dawî ket nava alarmê û reaksiyonek hişk Koreya Bakur şermezar kir.

Fuzeya balîstîk 3200 km li rojhilatê Japonyayê ket nava Okyanûsa Pasîfîkê

Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida derbarê mijarê de daxuyaniyek lezgîn da.

Kishida got, ew ê zirara parçeyên fuzeyê daye derdorê banalîz bikin û paşê helwesta xwe diyar bikin.

About infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Baskê serxwebûnxwaz bi ser ketin

Hilbijartinên 28’ê Gulanê li Welatê Baskê bi serkeftina partiyên netewperwer bi dawî bû. EH-Bildu di …