DYA ambargoyeke din li hemberê Îranê ragihand

Wezareta amerîkî navê serdozgerê Îranê Mohamed Cafer Montazerî di serê lîsteya ambargoyê de bi cî kir.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li hember Îranê ambargoyeke nû ragihand.

Hedefa tedbîrên nû serdozgeriya Îranê û fermandarên artêşê ne.

Momamed Cafer Montazerî. DYA navê serdozgerê Îranê kir lîsteya ambargoyê.

Wezareta amerîkî navê serdozgerê Îranê Mohamed Cafer Montazerî di serê lîsteya ambargoyê de bi cî kir.

Montazeriyê ku ji 2016’an û vir ve li ser kar e, bi cezayên giran ên li hemberê protestokaran dihat naskirin.

Ji bilî cezayên giran, di bin berpirsiya edlî ya Montazerî de 2 çalakger hatibûn dardekirin.

Fermandarên Pasdaran

Du fermandarên Pasdaran ên li Kurdistan û Tehranê ji ber şîdeta li hember çalakiyên sivîl ketin lîsteya Amerîkayê.

Yek ji hedefa ambargoya Amerîkayê fermandarên Artêşa Pasdaran e.

Du fermandarên Pasdaran ên li Kurdistan û Tehranê ji ber şîdeta li hember çalakiyên sivîl ketin lîsteya Amerîkayê.

Amerîka bi heman biryarê, şîrketa Imen Sanat Zaman Fara ya Îranê jî kir nava lîsteya ambargoyê.

Washington ragihand, ev şîrket ji hêzên ewlekariyê yên Îranê re wesayitên bi zirx û alavên din ên hildiberîne.

Meha borî jî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li hemberê sanayiya mîlîter a Îranê ambargoyekê ragihandibû.

Şîrket û fermandarên hêzên esmanî yên Artêşa Pasdaran ketibûn ber vê ambargoyê.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …