Bi hemleyeke diplomasîyê ya li Brîtanyayê nûnerên Rojavayê Kurdistanê bi hikûmet, parlamento û rêxistinên sivîl re hevdîtinan pêk tîne.
Pêşnîyaza MSDê ya pergala federasyonê ji brîtanîyan destekê girt.
Heyeta Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hevdîtinên xwe yên li Brîtanyayê berdewam dike.
Di vê hemleya dawî ya dîplomasîyê de nûnerên kurd bi bi hikûmet, parlamento û rêxistinên sivîl re hevdîtinan pêk tîne.
Berpirsa Karên Derve ya MSD’ê Îlham Ehmed û Berdevkê Têkiliyên Navneteweyî yên MSD’ê Hassan Muhammed Alî jî beşdarî seredanan bûn.
Bername ji alîyê Kurdish Progress, Koma Kurdan aa Partiya Karkeran û Nûnertiya MSDê ya Brîtanyayê ve tên lidarxistin.
Yek ji bernameya herî zêde bal kişan, ya li Meclîsa Londonê bû.
Îlham Ehmed di panela li meclîsê de ji bo Sûrîyeyê modela federasyonê pêşnîyaz kir.
Hevdîtîna bi Wilson re

Îlham Ehmed paşê bi parlamenterê DUBê Sammy Wilson re jî hevdîtinek pêk anî.
Sammy Wilson ku ji bo demekê wezîrtîya aborîyê jî jî kiribû din ava sîyasetê de kesekî naskirîye.
Wilson di hevdîtinê de pergala federal ji bo aramîya li welêt gaveke pêwîst nîşan da.
Herwiha, Wilson tevlî pêşnîyaza avakirina şandekeye navneteweyî ya ji bo serdana herêmê bû û got ew ew amade ye beşdarî komeke wiha bibe.
Paşê şandeya MSDê bi parlamenterê Partiya Muhafezeker û Wezîrê Pêşketina Neteweyî yê berê Andrew Mitchell hevdîtinek kir.
Ji heyeta MSDê siyasetmedar Osman Baydemîr û Wezîrê Teknolojiyê yê Îngilistanê Feryal Clark jî beşdarî vê hevdîtinê bûn.
Bernameya ji bo Kobanî
Piştî vê tûra dîplomatîk a MSDê, li Londonê ji bo 10. salvegera rizgarbûna Kobanî bernameyek hat lidarxistin.
Beriya çalakiyê, ji aliyê Koma Kurdan a Partiya Karkeran ve resepsîyonek pêk hat.
Tevlî şandeya MSDê, Wezîrê Parastinê yê Îngîlistanê yê berê parlamanterê Partiya Muhafezeker Gavin Williamson, yekem Wezîra Teknolojiya ya jin a kurd Feryal Clark Demîrcî, Sopranoya Kurd Perwîn Chakar, nûnerê Sendîkaya UNITE the Union Simon Dubbins, endamê Partiya Karkeran Lord Maurice Glasman, parlamenterê Partiya Karkeran ê berê Loyn Russell Moyel, hiqûqnas Margaret Owen, endamê Koma Dostaniya Kurdan a Partiya Karkeran Sarbas Baznji, Nûnerê Goranê yê Brîtanyayê Shapol Alî Askarî û nûnerên saziyan jî tevlî çalakiyê bûn.
Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî bi rêya vidyoyê peyamekê şand bernameyê.
Ebdî wiha axivî: “Divê îro em ji hemû gavan zêdetir dengê xwe bilind bikin û bibêjin êdî bes e. Em îro daxwaza Sûriyeyeke aram a ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike, azadiya jinan ku rêveberiya xweser esas digire daxwaz dikin.”
Pergala federatîf
Îlham Ehmed di axaftina xwe de li ser rewşa Sûriyeyê sekinî û got, ew daxwaza paşerojeke aram û demokratîk ku encax bi pergala federal pêk were, daxwaz dikin.
Sîmon Dublins, yekem Wezîra Teknolojiya Clark Demîrcî parlamanterê Partiya Muhafezeker Gavin Williamson û Lord Maurice Glasman jî di bernameyê de axivîn.
Di axaftinan de hat destnîşankirin, gelê kurd û QSD ne bi tenê erdên xwe diparêzên lê di heman demê de parastina aştî, ewlehî, azadî û berjewendiyên berfirehtir dikin.
Infowelat
———————————————
Foto: Bernameya 10. salvegera rizgarkirina Kobanî ya li Londonê/ANF