HRW: Çima Tirkiye êrişî Rojava dike?

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan HRWê, têkildarî êrişên dewleta Tirk a li ser Rojava raporek weşand.

HRW di 12 pirsan de, encamên êrişên berê yên Tirkiyeyê yek bi yek şîrove dike

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan HRW, têkildarî êrişên dewleta Tirk yên li dijî Bakurê Sûrî xebatek ji 12 pirsan pêk tê belav kir.

Piraniya pirs û bersivên rêxistinê derbarê armanc û êrişên artêşa Tirk û komên girêdayî wê ne.

HRW bi bîr dixe, hemû tevgerên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê, bi binpêkirinan tije ne û dibêje:

Sala 2018’an dema êrişa li dijî Efrînê, bi dehan sivîl hatin kuştin, bi deh hezaran ji cih û warên xwe bûn, li welatiyan zilm hat kirin hate kirin û mal û milkê Efrîniyan hatin talankirin.

Sala 2018’an dema êrişa li dijî Efrînê, bi dehan sivîl hatin kuştin, bi deh hezaran ji cih û warên xwe bûn, li welatiyan zilm hat kirin hate kirin û mal û milkê Efrîniyan hatin talankirin.

HRW diyar dike, di cotmeha 2019’an artêşa Tirk û hêza bi navê “Artêşa Sûrî ya Niştimanî” li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dest bi tevgereke din a dagirkeriyê kiriye.

Herwiha, di heman salê de, di êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de cih û warên sivîlan hatine bombardimankirin.

Di 2018’an de koça ji bajarê Efrînê. HRW di rapora xwe de ciyekî berfireh dide zilma Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li dijî efriniyan.

Rêxistina mafên mirov nîşan dide, di van operasyonan de milkê welatiyan hatine dizîn, bi sedan şervanên kurd, sivîl û xebatkarên tendirûstiyê hatine kuştin.

Xetereya zindîbûna DAIŞ’ê

Têkildarî rewşa girtiyên DAIŞ û malbatên wan jî HRW vê hişyariyê dike:

Cotmeha sala 2019’an ji ber êrişa Tirkiyê beşek ji girtiyên DAIŞ’ê reviyan.

Eger êrişeke nû pêk were, wê rê li ber DAIŞ’iyan vebe da ku careke din birevin.

Li ser îdîayên Tirkiyê û serokê wê Erdogan ên derbarê avakirina “herêma ewle”de jî HRW van belgeyan bi bîr dixe:

Ji sala 2019’an ve eşkere bû ku li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de mafê mirovan eşkere têne binpêkirin.

Plana ‘herêma ewle’

“Ji sala 2019’an ve eşkere bû ku li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de mafê mirovan eşkere têne binpêkirin.

Ji kuştina mirovan bigrin heta revandin û wendakirina wan, ji talankirinê bigrin heta diziya mal û milkê welatiyan her cûre tûndî li dijî xelkê herêmê hatin bikaranîn.

Lewma ne pêkan e ku îdîayên Tirkiyê weke ‘herêma ewle’ were binavkirin.”

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …