Natasa Pirc Musar bû seroka Slovenyayê.
Bi vê encamê, ji sala 1991’an û vir ve cara pêşiyê jinekê bû seroka Slovenyayê.
Serokê nû yê Slovenyayê êdî Natasa Pirc Musar e.
Musar di tûra duyemîn a hilbijartinê de reqîbê xwe Anze Logar têk bir.
54 ji % dengên hatin bikaranîn bû para Musar.
Namzetê muhefezekar Anze Logar 46 ji % dengan wergirt.
Bi vê encamê, ji sala 1991’an û vir ve cara pêşiyê jinekê bû serokê Slovenyayê.
Musar piştî serkeftina hilbijartinê axaftinekê kir û soza diyaloga bi hemû hêzên siyasî re da.
Di meha nîsanê de jî li Slovenyayê hilbijartinên parlemenê hatibûê lidarxistin û koalîsyona lîberal-navendî bi ser ketibû.

Seroka nû Musar bi sekna xwe ya siyasî ye lîberal e û herî zêde jî bi parastina xwe ya ji bo mafên LGBTQ+ tê naskirin.
Hêzên serokatiyê
Li Slovenyayê serokatî xwedî otorîteyeke siyasî ye lê digel vê jî hêzên di destên serokatiyê de piranî sembolîk in.
Serokwezîr û endamên destûra bingehîn ji aliyê serok ve tên wezîfedarkirin lê paşê ev nav ji bo erêkirinê diçin ber destê parlemenê.