Serdagirtinên Dih û Şemzînanê ku wekî “fîşeka ewil” tê pênasekirin, destpêka şerê gerîla ye.
Rola herî mezin a di vê hemleya leşkerî de bê guman yê Mahsum Korkmaz (Egîd) e.
Mahsum Korkmaz ku fermandarê serdagirtina Dihê bû, Botanê veguherand seheya şerê gerîla.
15ê tebaxê yekemîn pengava rêxistinkirî ya ji bo serxwebûna Kurdistanê ye.
Rêbaza vê pengava serkeftî ya ji bo rizgarîyê, şerê gerîla ye.
Serdagirtinên Dih û Şemzînanê ku wekî “fîşeka ewil” tê pênasekirin, destpêka şerê gerîla ye.
Rola herî mezin a di vê hemleya leşkerî de bê guman yê Mahsum Korkmaz (Egîd) e.
Mahsum Korkmaz ku fermandarê serdagirtina Dihê bû, Botanê veguherand seheya şerê gerîla.
Bi xebata serfiraz a di bin rêberîya wî de gerîla di nava gel û cografyaya Botanê de bû xwedî stargeheke mayinde.
Kî ye Mahsum Korkmaz?
Mahsûm Korkmaz di sala 1956an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû.
Xwendina xwe ya seretayî li Farqînê qedand û 1970an de bi malbata xwe re koçî Batmanê kir.
Korkmaz di 1977an de tevlî 2 xwendekarên Lîseya Batmanê Alaya Kurdistanê dadiliqîne û ev jî rojnameyên Tirkiyeyê de tê weşandin.
Mahsum Korkmaz di salên 1970î de tevlî koma ewil a Apociyan dibe û di xebatên rêxistinî û leşkerî de cî girt.
Korkmaz di 1979an tevî 15 kesan ji bo perwerdehiya leşkerî çû Libnanê.
Piştî perwerdehîyê, Korkmaz ji bo biryargeha leşkerî ya Botanê ava bike tevlî Kemal Pîr di gulana 1980an de vegerîya welêt.
Fermandarê kurd di 1981an de ji bo amadekarîyên şerê gerîla vegerîya başûrê Kurdistanê.
Korkmaz di 1983an ket nava desteya rêveberîya gerîla û di heman salê de ji bo venêrînê çû Botan û Xerzanê.
Şerê gerîla di bin rêberîya rermandar Korkmaz de bi serdagirtina Dihê ya di 15ê tebaxa 1984an de dest pê kir.
Yekîneya di bin fermandarîya wî de di demeke kurt de hedefên Artêşa Tirk bê tesîr kirin û Dihê bi dest xistin.
Piştî serdagirtina Dihê ku dewleta tirk xist nava şok û tirsê, li Botanê bi dehan çalakîyên din ên serfiraz hatin li dar xistin.
Fermandarê kurd di 28ê adara 1986an de li Çiyayê Gabarê di kemîneke Artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da.
Navê pêşengê şerê gerîla di demeke kurt de belavî li Botanê û her alîyê Kurdistanê bû.
Navê “Egîd” ewqas bandorê li dewletê kiribû ku bi salan li Dihê hat qedexekirin.
Midûrîyeta Nifûsê ya Dihê heta sala 2011an destûr neda navê ”Egîd” li zarokan bê kirin.
—————————————————-
Foto: Mahsum Korkmaz
Infowelat